50 rewşenbir beşdar bûn
Eren Keskin, der barê kampanyayê de diyar kir ku wê li gel prz. Ayşe Batumlu, Leman Yurtsever, Hurriyet Şener û hunermendê wêneyan Veysî Altay bi rêya înternetê parazvanên mafên mirovan, parêzer û rewşenbir dawetî kampanyayê kirine û xwestine ku her kes li kampanyayê xwedî derkeve. Keskîn, anî ziman ku piştî wan kampanya da destpêkirin di serî de ligel Roni Margulies, Îsmail Beşikçî, Şebnem Korurfincanci, Bilge Contepe, Sezaî Temellî, Cuneyt Yalaz, Hakan Morek, A.Hîcrî Îzgoren, Adnan Tonguç, Dogan Tarkan, Meltem Oral, Cengîz Algan, Ferhat Tunç, Şanar Yurdatapan, Fahriye Bikim 50 reşwenbir û nivîsakaran piştgirî daye wan. Eren Keskin, Leman Yurtsever, Ayşe Batumlu û Veysi Altay, der barê kampanayêde agahî dan.
‘Ger ku hevalên me KCK’î bin em jî KCK’î ne’
Prz. Eren Keskîn, anî ziman ku di 30 salên dawi de bûyerên gelek giran pêk hatin û wiha got: „Li ber çavên min hevalên min hatin kuştin. Hatin revandin û windakirin. Ji bo siyaseta kurd bê astengkirin girtin pêk hatin êrîş pêk hatin. Gelek rê û rêbazen tundiyê pek hatin. Bi girtin û binçavkirinên dawî yên doza KCK’ê êdî her kes bi tirsa ku bên girtin dijîn. Berê kesên muxalif her tim bi tirsa ez jî dêm bêm kuştin dijiya. Niha jî bi tirsa ez jî dê bêm girtin dijîn. Ji bo em vê duniyê têk bibim me dest bi kampanayek bi vî rengî kir. Hevalê min ê têkoşina 20 salan Ragıp Zarakolu hate girtin. Ew parazvanekî mafê mirovan ku li cîhanê hatiye qebûlkirin. Dîsa Prof Buşra Ersanli û hevalên me Muharrem Erbey ku têkoşîna mafên mirovan didin hatin girtin. Kesên ku dixwazin pirsgireka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin tên girtin. Ji ber vê yekê me got ger Ragip Zarakolu, Buşra Ersanli, Muharrem Erbey KCK’î be em jî KCK’î ne.“
Keskîn, anî ziman ku ev girtin û binçavkirin li dijî azadiya ramanê ye û li dijî çaresekiya azadiya gelê kurd e. Keskîn, da zanîn ku armanca wan gelek îmze kom bikin û ev peyvira demokrasiyê ye. Keskîn, da zanîn ku heta niha nêzî 50 îmze kom kirine û ji ber ku nû de yê di pêşerojêde zêde bibe.
Batumlu: Heta encam bê girtin kampanya
Parêzar Ayşe Batumlu jî diyar kir ku armanca wan ew e ku bêhiqûqiya ku di bin navê KCK’ê de didome bi dawî bikin û heta operasyon bidome ew ê jî kampanyayê bidomînin. Batumli wiha got: „Gelek kesên ku di nav de Buşra Ersanli û Ragip Zarakolu jî hene hatin girtin. Tê gotin ku ev operasyon dê bidomin. Ji ber vê yekê divê ev kampanya jî bidome. Bila ev bê fêmkirin. Kesên ku li ser navê hikûmetê diaxivin gotin ku li şûna em can winda bikin em ê deng winda bikin. Piştî erdhejê wisa gotin lê divê ev biba gotineke giştî. Lê polîtîkayên hikûmetê ya ku di pirsgirêka kurd de dişopîne dê bibe sedema gelek windahiyan. Bi taybetî di bin navê KCK’ê de siyaseta demokratîk û sivîl wisa tê astengkirin heta ku ev bidome şer dê weke tercîhek hebe.“
Batumlu destnîşan kir ku operasyonên di bin navê KCK’ê de hem li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd hem jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe asteng û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Em dibêjin divê hemû kesên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û pêşiya neçareserkirina pirsgirêka kurd bê girtin di vê kampanyayê de cih bigirin. Me got heke ev mirov KCK’î bin em jî KCK’î ne. li vir bêhiqûqiyeke mezin heye. Em jî dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin. Em jî dixwazin siyaseta sivîl û demokratîk pêş bikeve ji bo vê rê bê vekirin. Kesên di dosyayên KCK’ê de têne girtin jî wisa ne. Farqa me nîn e. Ji ber vê yekê jî heta bêhiqûqiya li dijî wan bi dawî bibe divê ev kampanya bidome. Em ê tenê îmzeyan kom nekin. Em bi hevalan re jî axivîn belkî jî em ê di pêşerojê de biçin edliyeyan û xwe îxbar bikin. Em ê bibêjin heke ev mirovan KCK’î ne, em jî KCK’î ne, bi vî rengî em ê xwe îxbar bikin. Heta em encamê bigirin em ê vê bidomînin.“
Ji parazvenên mafên mirovan Leman yurtsever jî got ku wan dixwast beriya 2-3 hejteyan vê kampanyayê bidin destpêkirin lê ji ber ku li Çelê 24 leşker hatin kuştin û atmosfereke nijadperest derket holê me taloq kir. Yurtsever got ku têkoşîna wan dê bi kampanyayê bi sînor nemîne û wiha axivî: „Niha di çend mijaran de kampanya tê meşandin. Nerazîbûn mezin dibe. Lê divê bêhtir mezin bibe. Tenê bi kampanyaya îmzeyê na, divê em pêkutiyê li hikûmetê bikin û ji bo ku pêkutiyên li ser kurdan bi dawî bibe em bikevin nava hewldanan. Dê xebata me bidome. Armanca me ew e ku em bidin nîşandan ku ew netenê ne. Hevalên me tenê nîn in. Em ji bo ku bibêjin heke ew KCK’î bin em jî KCK’î ne û derkevin kolanan ev yek da destpêkirin. Ev demeke dirêj e di bin navê KCK’ê de siyasetmedarên kurd têne girtin, binçavkirin, parazvanên mafên mirovan tên girtin. Heta ku ev zanyar hatin girtin nerazîbûn derketin holê. Em dixwazin ev yek bidome. Em dixwazin hemê beşên civakê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Tenê bi kampanyaya me na, bila mirov dakevin qadan û bibêjin êdî bes e.“
Altay: Em jî vî sûcê dikin
Hunermend Veysî Altay jî wiha got: „Pêşiya hinkesan tê girtin ku siyasetê nekin, dixwazin hin kesan terbiye bikin. Em di mijaro operasyonan de wekî hevalên xwe difikirin û wan çi kiribin me jî ew kiriye. Heke ev yek sûc be em jî vê sûcê dikin. Hêj ne zelal e lê piştî îmze hatin topkirin em ê xwe îxbar bikin. Em ê daxwaznameyên xwe binivîsînin, navnîşanên xwe binivîsînin, telefon û navên xwe binivîsînin û xwe îxbar bikin.“
PINAR URAL - DÎHA/AMED