
Piştî Serfermandarê berê Işik Koşaner li xwe mikur hat û got „Me leşkerê xwe bi destê xwe gule berda iniya wî û bi guleyekê kuşt“ malbata leşkerê bi navê Murat Oktay Can ket nava liv û tevgerê. Malbata leşkerê ku 2 sal berê li navçeya Xozata Dêrsimê hate qetilkirin, der barê mijarê de li MAZLUMDÊR’ê daxuyanî da çapemeniyê.
Di civîna çapemeniyê de Serokê Giştî yê MAZLUM-DER’ê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku ji bilî Murat Oktay Can bêhejmar leşkerên ku malbatan teslîmî leşkeriyê kirine rastî neheqiyê hatine û hatin kuştin û her wiha nav dilê wan hatine derxistin. Unsal, anî ziman ku di temenê ciwantiya xwe de tên kuştin û ev yek binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e.
‘Kurê min kuştin’
Bavê leşker Murat Oktay Can Oktay Can, jî anî ziman ku kurê wî bi 2 guleyan hate kuştin û şopa guleyekê bi estetikê hate girtin. Can, anî ziman ku wan serî li dozgeriya leşkerî ya 8’emîn Fermandariya Kolordiya Elazizê daye, lê dozgeriyê ser bûyerê girt. Can, anî ziman ku di destê wan de belge û raporên ku bi estetîkê şopa guleyê hatiye girtin heye û kurê wan hatiye kuştin. Can ji Serokwezîr û Serokomar xwest raporên otopsiyê amade bike û encama kuştina wî ronî bike. Can, anî ziman ku ligel wî serî li rayedaran daye jî 5 mehin hêj encam bi dest nexistiye.
‘Bila kujer bê dîtin’
Dayika Can Susember Can jî anî ziman ku ew kurê xwe heta 20 salî mezin dikin û dawiya dawî li leşkeriye tên kuştin. Can, da zanîn ku ew zarokên xwe ji bo welat mezin dikin, lê welat jî li wan wisa dike û wiha got: „Ez dixwazim kê û ji bo çi kurê min kuştiye ronî bibe û bê darizandin. Ez heqê kurê xwe ne li welat û ne jî li dewletê helal nakin. Gula mala min temirî. Pişt re bavê Can Oktay Can, yek bi yek wêneyê kurê xwe nîşan da û jiyana kurê xwe vegot.
DÎHA/ENQERE
Senaryoya ‘întîhar kirina leşkeran’ çû DMME’ê
Malbata leşkerê komando yê bi navê Cevdet Guvener ku 5 sal berê li 1’emîn Fermandariya Boluka Hidûd a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê leşkerî dikir û hate gotin întîhar kiriye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Rihayê dan. Ji malbatê birayê leşker Bayram Guvener (37), diyar kir ku dema birayê wî Cevdet Guvener li hidûd leşkerî dikir, di 22’ê sibata 2007’an de hate qetilkirin û dozgeriya leşkeriyê biryara pêdivî bi lêpirsînê tune da. Guvener, da zanîn ku wan li dadgehên leşkerî yên bilind îtîraz kir, lê îtîraza wan hate redkirin û ji ber vê yekê serî li DMME’ê didin.
Bayram Guvener, anî ziman ku birayê wî întîhar nekiriye û hatiye kuştin. Guvener, da zanîn ku birayê wî rojek berê telefonî malbatê kiribû û rewşa wî baş bû. Guvener, destnîşan kir ku piştî telefonî malbatê kir û diyar kir ku rewşa wî baş e rojek şûnde agahiya kuştna wî hat ji wan re. Guvener, da zanrîn ku raydaran diyar kiriye ku kurê wan bi G-3’ê întîhar kiriye û wiha got: „Her rayedarekî leşkeriyê agahiyên cuda dan me. Lê em bawer nakin ku întîhar kiribe. Ji ber ku me li dargehê leşkerî encam nesitend. Ji ber me encam nesitend, me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.