Rêxistina Efûya Navneteweyî (ai) ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re name şand û fikarên xwe yên der barê rewşa Rêberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anî ziman. Rêxistina Efûyê, da zanîn ku peşnûmeya zagona ku niha di meclîsê de tê niqaş kirin wan dixe nava fikaran. Rêxistinê bilêv kir ku ev pêşnûmya ku hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re asteng dike; armanc dike ku hevdîtina parêzer û malbatan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re asteng bike.
Rêxistinê di nameyê de wiha got: "Li gorî zagona Îngfaza Tedbîrên Ewlehî û Cezayan; ger ku girtiyên hikum xwar û parêzerên wan, bi rêya mirovên ku bi wan re hevdîtinê dike ferman û dîrektifan dide rêxistina sûc û têkildarî vê yekê delîlên şênber hebe, wê demê astengiyên parêzer û wan kesan piştî serlêdana parêzeran bi biryara dadgehê divê bê qedexekirin. Ev pêşnûmeya ku dixwaze qedexe pêk bê, destûrê dide ku qedexe heta 6 mehan dirêj bibe. Di pevajoya qedexeya li ser parêzer û girtî de; girdî dikare di bin çavderiya parezerên ku ji aliye baroyê ve bê aşkerekirin, alikariya zagonî bixwaze. Em Wekî Rêxistina Efûya Navneeweyî ger ku ev pêşnûma bê erêkirin, bawer dikin ku dê ji mafê temyîzê bê qutkirin û bi awayekî keyfî mafê hevditina parêzer û girtî bê qutkirin.
Rêxistina Efûyê, da zanîn ku bi vê pêşnûmeyê girtî, dê nikaribin alîkariyê ji parêzeran bixwazin û nikaribin biryaran bi alikariya parêzer îtîraz bikin.

'Armanca asteng kirina Ocalan e'

Efûyê di berdewama nameyê de anî ziman ku hikûmet bi guhertina vê pêşnûmeyê dixwaze hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbatê re asteng bike û mafê wî bêtir binpê bike. Rêxistina Efûyê da zanîn ku ji ber vê daxwaza guhertina pêşnûmayê bi fikar in. Efûyê di dirêjahiya nameyê de wiha got: "Der barê astengiyên ziyaretan de sedemên di nava raporên tên pêşkêşkirin de muxalefeta hewayê û xerabûna keştiyê tê nîşandan. Em wekî Rêxistina Efûya Navneteweyî bi fikarin ku bi vê zagonê têkiliya Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re bi tevahî qut bike û vê astengiyê bi zagonan biparêze û mafdar derxe. Berê jî parêzeran diyar kiribû ku mafê wan a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji ber hinceta hewayê bi awayekî ciddî tê astengkirin" 


'Bingehê biryarên keyfî heye'
Rêxistina Efûyê di berdewama nameyê de, destnîşan kir ku Rêxistina Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî der barê parastina mafên kesên ji ber sedemekê hatibin girtin aşkere bi Tirkiyeye re parve kiriye.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, vê pêşnûmeya guhertina zagonê wekî pêşnûmayek keyfî dinirxîne û bi fikare ku hikûmet bi vê dixwaze rê li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran bigire û bi zagonan xwe mafdar derxe.
Rêxistinê destnîşan kir ku mafê girtiyan tê binpêkirin û niha ev cezayê li ser girtiya tê meşandin bi awayekî keyfî pêk tê. Rêxistinê, bilêv kir ku ew ji ber van pêkanînan bi fikarin û wiha dawî li nameya xwe anî: "Mafê girtiyan ê hefteyê 10 saetan di nava hevde hevditinê bikin tê astengkirin. Ger ku li girtîgehê girtî baş neyê dermankirin divê dikaribe li derve bê dermannkirin. Lê ev maf ji destê girtiyan tê girtin. Ev mafên girtiyan tê îhlalkirin.

DÎHA/ENQERE