Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser êrişên hikûmeta AKP’ê û diyar kir ku ew neçar dimînin ku li hemberî vê zîhniyetê, serî li alternatîfên din bidin û got ku ew di rojên pêş de vê yekê gotûbêj dikin. Karayilan got; “Navika gelê me bi ya Tirkiyeyê ve ne girêdayî ye”. Karayilan bal kişand ku êdî pêvajoya Peymana Lozanê têk diçe û wiha domand; “Kurd dê di ji nû ve sazûmankirina Rojhilata Navîn de weke aktoreke sereke cih bigire. Tu êrişên mêtînger nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Dahatû teqez a me ye.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay a der barê operasyonên KCK’ê, serdegirtinên şarederiyên BDP’ê, pevçûnên li Pîranê û çêbûn –çênebûna hevdîtinên di navbera PKK’ê û dewletê de daxuyaniyên girîng da.

'Şerekî top yekûn heye'

Karayilan daxuyaniya “Dê tedbîrên me yên ewlekariyê weke berê berdewam bikin. Wê operasyonên me yên zivistanê jî berdewam dikin. Em navber nadin û em ê nedin. Niha dibêjin hevdîtinek nizanim çi heye, tiştek wiha tune ye. Weke dewletê stratejiyeke me ya yek alî heye. Operasyonên me yên dersînor û KCK’ê di çarçoveya koordînasyonekê de hatine gotûbêjkirin, plankirin û têne birêvebirin….” ya Akîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay nirxand û got; “Ev daxuyaniya Beşîr Atalay di rastiyê de tam li xwe mikûrhatin e. Weke tevger û weke aliyê Kurdan, ev e sê sal in em vê yekê tînin ziman.”
Karayilan got; “Li hemberî gelê Kurd şer û êrişeke topyekun heye. Ev şer ne tenê şereke li hemberî hêzên çekdar e, ev şer li hemû civaka Kurdan hatiye destpêkirin. Bi navê Kurdê azad, çi hebe, hemû di hedefê de ne.”

'Bêbextiyan dikin'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bal kişand ku ser derewên çapemeniya hikûmeta AKP’ê û got; “Îro bi awayeke fermî li hemberî siyaseta Kurdan dest bi pêla bêbextiyê (îftîra) kirine. AKP’ê û Cemeeta Gulen ev îftîra diavêjin stûyê siyaseta Kurdan.”
Karayilan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên bênavber didomin jî û got; “Niha êdî tu hed û sînorê vê yekê tune ye. Bi awayeke bê heya, bi hemû rêbazên derveyê hiqûq û exlaq, van operasyonane didomînin.”
Karayilan bal kişand ser serdegirtina şaredariya BDP’ê ya Êlihê û şaredariyên ên BDP’ê jî û îdîayên ku dibêjin ‘şaredarî pere ji rêxistinê re dişîne’ derewand. Karayilan got; “Ev îdîayane hemû jî derew in.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan di berdewama axaftina xwe de got; “Tevgera me di Rojhilata Navîn de yekane rêxistin e xwe dispêre hêza xwe ya cewherî, bê ku tu alîkarî-piştgirî ji tu hêzên din werbigire, bi alîkariya gelê xwe, bi jiyanake dilnizim û azad xwe didomîne. Ger hev namerdên ku van derewan dikin, bihata di nava me de bijiyana, bitibana gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava jiyaneke çiqas dilnizm de dijîn, ez bawer im dê ji van derewên xwe şerm biribana. Yanê derewên wisa dikin ku tu dibêjî qey em bi milyonan dolaran dileyîzin! Lê di rastiyê de salane lêçûna her yek ji gerîlayên Kurdistanê derdora 700 dolaran e. Ewqas dilnizm dijîn.”
Karayılan got; “Gotinên weke ‘endamê Yekîenya Darayî ya KCK’ê’ evane hemû vir û derew in. Van derewane ji bo lewitandina şaredarvaniya demokratîk a siyaseta Kurdan dikin. AKP’ê ji bo wergirtina van şaredariyan serî lig elek rê û rêbazan da. Lê di sindoqa hilbijartinê de bin ket. Jixwe piştî ku di hilbijartina herêmî ya 2009 de bin ket, dest bi van operayonên tolhildanê yên di bin navê KCK’ê de têne meşandin kir.”

'Hevdîtin bi dewletê re tune ne'

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat  Karayilan daxuyaniya Atalay ku dibêje ‘hevdîtin bi PKK’ê re çênebûne’ piştrast kir û got; “Beşîr Atalay div ê meseleyê de rast gotiye. Di vê rewşê de tu têkilî û hevdîtinên me yên bi dewletê re tune ne. Niha, berê hin hevsengî hebûn. Her çendî tecrîd û îzolasyona li ser Îmraliyê hebû jî, lê dîsa jî riyên têkiliyê hebûn. Dîsa hevdîtinên parêzeran ên bi Rêbertiyê re û hevdîtinên dewletê, hin hevsengî û tewazin çêdikirin. Lê niha hikûmeta AKP’ê van hevsengiyane hemû têk bir. Hemû xelekan jê ve kir û avêt. Ev yek jî nîşan dide ka rewş çiqas metirsîdar e. Ango ev yek nîşan dide ku li ser esasê tunekirina gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd, siyaseta Kurdan û gerîlayan, dest bi konsepteke tunekirinê kirine. Ev polîtîkayek a tunekirinê ye.

'Em li alternatîfên cûda digerin'

Karayilan der heqê gelo dê agirbest yekalî pêk bê yan pêk neyê de jî wiha axivî: “Niha li beramberê vê feraset û mantelîteyê em jî neçar in serî li alternatîfên cûda bidin û em ji bo pêvajoya li pêş me vê yekê gotûbêj dikin. Em ne ew gel e ku ji navikê de girêdayî Tirkiyeyê bin. Digel hemû hewlên me ger Tirkiye qebûl neke ku em bi nasnameya xwe ya azad hevpar û bi hev re bijîn, wê demê em ê mecbûrî serî li vebijêrk û alternatîfên cûda bidin. Em mecbûr in wek gel û tevger di warê siyasî de bijêrey/vebijêrk û alternatîfên cûda gotûbêj bikin.”
Karayilan di vî warî de wiha domand: “Dema ku feraseta çareseriyê dualî bi pêş bikeve -ku jixwe niha mesele nêzî kotayî bûye- wê demê agirbest pêk tê û bi xwe re çareseriyê jî dixe rojevê. Lewre divê berê her tiştî şertûmercên tenduristî, ewlekarî, liv û tevgera azad ên ji aliyê Serokatiya me bi xwe ve hat zimên, bên avakirin. Her wiha, di dema ku welat veguheriye wargehên/kampên komkirinê de ma mumkin e ku nermahî çêbe? Pênc hezar kes hatine komkirin, bi tevahî heşt hezar kes avêtine zîndanan. Di rewş û demeke wiha de ma gelo dikare aştî pêkan/mumkin e? Lewra ta ku yên ku BDP’yiyên ku di bin navê KCK’ê de hatine binçavkirin û nûnerên saziyên siyasî yên Kurd ên din serbest neyên berdan, ne pêkan/gengaz e ku şertûmercên agirbest û nermahiyê çêbe. Di vê çarçoveyê de di rastiya xwe de agirbestek nû dê bê wateya pêvajoya çareseriyê jî. Pêşkeftina pêvajoya aştiyê jî encax dikare bi cîbicîkirina van şertên ku min diyar kirin, feraseta dualî û helwesta pratîkî ya dualî gengaz be. Berovajî û li derveyî van şertan, pêşkeftina pêvajoyek nû dê bê wateya dubarekirina rabirdû; tu wateyek ceribandina rêbazeke neserkeftî tune.”

Operasyona Pîranê
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, operasyon û pevçûnên li Pîrana Amedê jî nirxand û di vî warî wiha axivî: “Berê her tiştî ez vê yekê diyar bikim: Ez zen nakim li Pîranê tiştek wek ‘50 kes hatine dorpêçkirin, dê bên kuştin’ pêk bê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, carê li Çelê şaşiyek kir. Ji ber şaşiyên weke xwebaweriya zêdebarî, biçûkdîtina dijmin, her wiha bi baldarî berçavnegirtina teknîk-şopandina dijmin, bicihneanîna pîvan û rêçikên gerîlatiyê, li Çelê 36 wendahî çêbû. Ez ne bawer im carek din heman tişt dubare bibe. Bêguman pevçûnek ku çar-pênc roj in deqewime; dema pevçûnek hebe li her du aliyan jî mîsoger wendayî çêbibin. Dibe ku li Pîranê wendahiyên me çêbibe, lê ez zen nakim wek gotina aliyê din a ‘dê hemû koma 50 kesî bê îmhakirin. Lê ya rast em li benda encamê bin. Ya ku niha em dikin, nirxandin e.”
Karayilan destnîşan kir ku plana dewleta Tirk ew bû ku sala 2011’an bike bike sala tunekirina wan û wiha pêde çû: “Rast e wendahiyên me jî çêbûn; lê wendahiyên ku di nav şerekî ew qas berfireh de çêbûne, ji bo me nayê wendakirina pêvajoyek. Di nav wendahiyên me de hevalên me yên rêveber jî hebûn, lê rêjeya jimarî ya wendahiyên me wekî salên berê ye.”

'Serkeftina me wan ditirsîne'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan der heqê pêvajoya bê de wiha got: “Êdî pêvajoya pêş me, dê dahatûya gelê me jî diyar bike. Bi taybetî jî rewşa konjonktorî ya li Rojhilata Navîn, rê li ber tepisandina têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê venake, berovajî rê li ber serkeftina têkoşîna azadiyê rewş û zemîneke guncav afirandiye. Jixwe tirsa herî mezin a mêtingeriya Tirk jî ev e. Mêtingeriya Tirk ji bo vê yekê asteng bike, di pêvajoya ji nû ve avakirina Rohilata Navîn de ji bo gelê bêstatû bihêle, bi tirsek mezin ketiye nava hewldanan. Pêvajoya têkoşîna gelê me ya her diçe bi pêş dikeve, îro hem li Bakur hem li Başurrojava hem jî li Başur û Rojhilatê Kurdistanê îro gihiştiye qonaxeke dîrokî ya gelekî girîng. Êdî wê gelê me bi ser bikeve. Pêvojoya herifîn û têkçûna Peymana Lozanê niha ketiye rojevê. Ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de dê gelê Kurd jî weke aktorekî bingehîn cihê xwe bigire. Tu êrîşek mêtinger nikare vê yekê asteng bike. Teqez û vebirî dahatû ya me ye.”

'Dê serkeftin bibe ya me'
Karayilan daxwiyaniya xwe ya girîng bi van gotinan qedand: “Bedelê wê çi dibe bibe, em wek gel xwedan biryar e ku di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. Dibe ku wendahiyên me çêbibin. Di demên borî de tevgera me carna di yek carek de sed û pênce, sed û bîst, nod wendahiyê me jî çêbûne. Niha ji ber 36 wendahiyên me çêbûn yan jî ji ber hin wendahiyên me çêbûn, hergîz ne gengaz e ku biçe encamek cûda. Tevgera me, ew tevgera ye ku bi berdewamî xwe nû dike, xwe ji nû ve û ji nû ve bi rêk dixe, mezin dibe û tu caran mezinbûna wê tu hêz nikare rawestîne.”


 ANF/BEHDÎNAN