‘Divê koçber vegerin warên xwe’
PÇDK’a Kerkûk di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa hilweşandina rejîma Baasê û wiha hate gotin: „Li ser ruxandina rejima Baasê derbas bû niha divê ji bo kesên ku koçber bûne vegerin li cih û warên xwe derfet bên amadekirin. Divê alozî û pevçûn bi dawî bibe, bi awayeke demokrasiyane şert û mercên bi hevre jiyînê bê avakirin.“
PÇDK’ê, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku piştî şerên hikûmeta Iraqê ku li ser hev pêk anîn, reqabetek siyasî pêş xist.
Di berdewamîya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev reqabet û ne yekbuna di navbera hukumeta hêrêm û Îraq de bû sedema aloziya di navbera welatiyên Tirkiye, Iran û Iraqê de. PÇDK’ê di berdewama daxuyaniyê de li ser xala 140’an jî rawestiya zextên li ser Kerkûk û navçeyên Sediye û Celewla berdewam dikin. Gelê herêmê bûne qurbana vê aloziya siyasî. Divê hêzên siyasî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bernameyekê amade bike.
PÇDK’ê xwest ku her kes ji bo çareseriya pirsgirêkê têkeve nava hewldanê û Iraq û hemû Kurdistanê bibe cihê xweşi û aramiyê.
DÎHA/HEWLÊR