Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewlet û artêşa Tirk a ku hewl dide têkçûyina xwe ya li hemberî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê bi komkujiyan veşêre û got; “Çiyayên Kurdistanê bi awayeke bê navber têne bombebarankirin. Her çendî Artêşa Tirk gelek teknolojiyên xurt li ser gelê Kurdistanê û şervanên wê yên azadiyê ceriband lê bi tu awayî tu encamek bi dest nexistiye.” 

Nasnameya gerîlayan

Hamîde Şevluk / Ronahî Kendal
“Di sala 1989 de li Stenbolê ji dayîk bûye û di nava derdorek welatparêz de mezin bûye. Tevgera me di temek biçûk de nas kir û bi hestên azadiyê yên tekoşînê mezin bû. Di sala 2006 de bi awayeke çalak tevlî refên gerîlayan bû. Armanca xwe ya tevilbûnê wiha vedigot “Ez tenê bi armancekê hatim çiyayên azadiyê yên Kurdistanê. Li hemberî hemû hewldanên dijmin ên li hemberî Rêber Apo, bi karibim di riya heqîqetê de bibim rêwiyek baştir.”

Bextiyar Rehmanî  Lewent Kirmanşanî
“Di sala 1982 li Kamyaran-Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, di temenê xwe yê biçûk de zextên rejîma Îranê li ser Kurda pêk tîne û şert û mercên jiyana zor a gelê Rojhilata Kurdistanê dibîne. Heval Lewent her roj vê rastiyê dibîne û vê yekê bi watedariyên rengîn xemiland û di sala 2009 de tevlî refên tekoşîna azadiyê bû. Dibêje; “Di Kurdistanê rêbaza tekoşîna herî girîng a Rêber Apo û tevgera azadiyê ye, ji ber wê jî tevlî vê tekoşînê bûm û vê tekoşînê dimeşînim” û bi dil û cane xwe tekoşînê himbêz kir.”

 Mustafa Merdane Karker Amamons
“Hevalê Karker sala 1991 li navçeya Panos a Agiriyê ji dayîk bûye, di encama polîtîkaya şerê taybet a ku dijmin demek zûtir de qût bûye. Di salên dibistanê de tevgera me nas kir. Wijdan, bengî û lêgerîna wî berê wî da nava tekoşîna azadiyê. Heval Karker dest ji zanîngehê berda û di sala 2010’an de berê xwe da refên tekoşîna azadiyê. Heval Karker di wê baweriyê de bû ku tu wateya sîstem û dibistanên wê tune bû û diyar dikir ku vê yekê bi meşa tekoşîna azadiyê dîtiye. Piştî ku perwerdeyek kurt dît çû Zagrosê û bi awayeke çalak beşdarî xebatan bûye.”

‘Bersiva êrîşan dê were dayin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di êrişa hewayî ya di 19’ê tebaxê de li Zagrosê pêk hat de 3 zarokên (ewlad) bi rûmet ên Gelê Kurdistanê şehîd bûne. Dijmin ji 7 saliyan heta 70 saliyan ji gel re tunekirinê rewa dibîne. Li hemberî vê yekê em ê weke hêzên parastina gelê xwe di çarçoveya soza ku me da ye şehîd û gelê xwe van êrişan bê bersiv nehêlin. Bila her kes bizane ku em ê gelê xwe biparêzin û tu êrişan bê bersiv nehêlin.”

ANF/BEHDÎNAN




Ji YJA-STAR’ê çalakiya bersivdana komkujiyê

Gerîlayên YJA-STAR’ê ji bo 7 kesên sivîl ên di 21’ê tebaxê de di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de hatibûn qetilkirin çalakiyeke bersivdanê li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayên jin ên YJA-STAR ji bo 7 kesên sivîl ên ku di 21’ê tebaxê de, di encama êrişa balafirên artêşa Tirk de li devera Kortekê ya Qendîlê jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyek bersivdanê li dar xistin. Di çalakiya 22’ê tebaxê, seat di 18’an de li Colemêrgê hat lidarxistin de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 22’ê tebaxê de, seat di 20.45’an de gerîlayan li dijî lojmana polîsên tevgera taybet a li navçeya Xulaman a Xarpêtê çalakiyek li dar xistin û di encamê de 2 polîs hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku gerîlayên ku çalakiyê li dar xistin bi hêzên din leşkeran re jî ketin nava şer û di encamê de 2 polîsên din jî birîndar bûne.