Serokê Lijnêya Karê Hundir ê Parlementoya Herêma Kurdistan Parlamênterê Goran Karwan Salih, der barê daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de nerînên xwe anîn ziman û diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan durû ne. Salîh, anî ziman ku derûniya Erdogan dirûtiya wî derdixe holê û wiha got: “Ji bo mafê gelên Fîlîstin, Lîbya, Sûriye, Yêmen, Bahrêyn, Kosova û Misir qala mafê mirovan dike. Lê mixabin bo gelen kurd yen bi salan e rastî qetlîamê tê dengê xwe nake. 25 mîlyon kurdan nabîne û çend sale ev qirkirin didomin. Ev dirûtî ye. Lazime ji bo pirsgereka kurd reyên aştî û demokrasiyê esas bên girtin. Êdî pevîste kurdan qabûl bikin. Bi zext û zordarî ev pirsgerek çarasêr nabe. Çima ji bo xwe heman tiştî esas nagire. Erdogan qet nafikirike ku ev bayê hilvêşandina deshilatên Rojhilata Navîn dê bê ser Tirkiyeyê jî? Bila wê baş bizanibe ku tu zordest li ser lingan namînin”

‘Gelê kurd qimetê nade siyasetên qirêj’
Salih, li ser mijara serdana Cîgîrê PDK Neçîrwan Barzanî ya Tirkiyê jî axifî û got, “Di dîrokê de hertim hinek derdor dema têkoşîna azadiya gelan de li gel dijminên xwe hevkarî kirinê. Le mixabin îro de ev hevkarî êdî nay pejirandin. Ji ber ku bi rêya têknolojiyê mirov tiştên rast û xirap ji hev derdixin. Kiymetê nadin siyasêtên qirêj. Bo gele me jî heman rewşê. Êdî gelên me di asta welatparêztî û netewparêstî di asta hestiyarî û mejû dê jiyan dikin. Êdî xwendewanîn û xwedî bîr û bavêrîne. Ji ber wê yekê jî kesek hevkar nikarin gelê kurd bikin bin kontrola xwe. Bo wê yekê jî ez baver nakim ku kak Neçîr bikevê nav ev pilana Tirkiyê. Çimkî aqil û mantîk jî wê nezîkatî qabûl nakê. Êdî em xwedî destkeftiyen pir pîrozîn”

‘Bi zextan mafên rewa nayên asteng kirin’

Salih der barê nezîkatiyên li dijî mafan jî wiha got. “Ne Saddam, ne jî deshilatek din nikare ku peşiya mafên rewa bigre. Tirkiyê jî bi êrîş û zextên xwe nikarê peşiya destxistina mafên rewa bigre. Lazime êdî dest jî dirûtiyan berde. Dijî kurdan katlîam kiriye. Kîmyasal bikaraniye. Her dem gaven li dijî mirovatiyê avêtiye. Lazime Tirkiye demek zûtirîn gavên aştiyanê û demokrasî bavêje. Zindanên Tirkiyê bi kurdan hatine tijekirin. Bi wê yekê pirsgirêk çaraser bibûya heta niha dê çareser bûbiya. Lê mixabin bi wan rêbazan qirêj pirsgirêk çaraser nabin. Lazime mafê kurdan ben dayîn û êrîşên leşkêrî û siyasî ya li hemberî kurdan bi dawî bibe. Em jî wek siyasêtmedarên kurd di gel birayên xwe yen mazlûm ya Tirkiye ye nê û pewiste her kesayetên kurd jî piştgirî bidin birayên xwe yên Tirkiye ye”

DÎHA/HEWLÊR