Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal, mijrên di rojevê de û bûyera li Dîlokê qewimî, nirxand. Erdal bersiv da pirsên rojnamevan Bakî Gul û da zanîn ku ew bi gerîlayê ku Dewleta Tirk û çapemeniya Tirk wî weke berpirsê êrîşa li Dîlokê ye re hevdîtin pêk aniye û daye diyarkirin ku wî gotiye ji roja tevlî gerîlayan bûye heta îro neçûye tu bajaran.
Erdal destnîşan kir ku wêneyê tê nîşandan ji bo derewên xwe veşêrin bi kar tînin û ev tişt got: “Me weke HPG’ê daxuyand ku tu eleqeya me bi bûyera li Dîlokê re tune ye. Rastî wiha ye. Ger bi rastî jî me sivîlan bikiriba hedef, me dikarin her rojê bikin hedef.” Erdal diyar kir ku hedefên sivîl hezar caran ji yên leşkerî hêsantir in û wiha domand: “Her kes dizane ku em di vê mijarê de pir bihîstiyar in. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerek heye, lê dîsa jî ev salek e, me nehiştiye ji aliyê me ve xwîn ji tiliya tu kesê bê. Em di vê mijarê de pir hesas û bihîstyar in.”

'Berpirsiyar MÎT e'

Erdal diyar kir ku wezîrek ê Erdogan piştî bûyerê da diyarkirin ku bûyera li Dîlokê pişta me qahîm kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê bûyerê çima kesên dibêjin pişta me qahîm bû nekiribin. Gelo çi feydeya tiştek wiha ji bo Kurdan heye, da ku PKK bike. Berê gava dewlet diket tengasiyê JÎTEM hebû. Çalakiyên wiha dikir. Ergenekon hebû. Niha jî dewleta AKP’ê û hêza veşartî ya AKP’ê heye. Hêza lê dixe jî emniyet û MÎT e.”
Erdal, da zanîn ku ew bi gerîlayê ku Dewleta Tirk û çapemeniya Tirk wî weke berpirsê êrîşa li Dîlokê ye re hevdîtin pêk aniye û daye diyar kir ku wî gotiye ji roja tevlî gerîlayan bûye heta îro neçûye tu bajaran.

'AKP hikûmeta şer e'

Fermandarê HPG’ê Bahoz Erdal destnîşan kir ku di serî de ev yek hate aşkerekirin; Ger dewlet vîna gelê Kurd qebû bike, Kurd jî dê dewletê qebûl bikin. Erdal wiha pêde çû: “Yên ew me qebûl bikin, em ê jî wan qebûl bikin. Yên me red bikin, em jî wana red dikin. Lê dewlet niha Kurdan ne tenê red dike, hewl dide tune bike. AKP, hikûmeta şer e.”
Erdal bal kişand ser avakirina qereqol û bendavên nû yên li bakurê Kurdistanê têne avakirin jî û diyar kir ku gerîla tenê avahiyên qerqolan dikin hedef. Erdal ev tişt got: “Li Kurdistanê niha zêdetirê hezar qereqolên nû tên çêkirin. Her tim dibêjin ‘PKK li pêşiya razemeniyên li herêmê asteng e’, ‘projeyan asteng dike’, behsa vana dikin. Bi hezaran qereqol in û bi dehan girtîgeh in. Tenê li Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê 80 projeyên bendavan hene. Tu feydeyek a vana ne ji bo Kurdistanê û ne jî ji bo gelê Kurdistanê hene. Divê gelê me vê yekê baş bizane. Evane tenê ji bo armancên leşkerî ne.”

Divê êdî Tirk bêjin aşîtî
Bahoz Erdal da zanîn ku Dewleta Tirkiyeyê, ne dewleta Kurdan e û wiha berdewa kir: “Dewleta Tirk li Kurdistanê rewatiya xwe wenda kiriye. Li Kurdistanê tu rewatiya wê tune ye. Ji ber wê jî Kurd ne neçar in ku xwe bi vê huqûqê an jî qanûnan ve girê bidin. Ji ber ku huqûq û qanûnên ku hene, ji bo xeniqandina gelê Kurd e.”
Erdal bi lêv kir ku tu kesek nikare asîmlekirin û qedexekirina zimanê zikmakî yê gelekî biparêze û wiha pêde çû: “Ji ber vê jî yên ku divê êdî li hemberî şer derbikevin Tirk in. Divê êdî civaka Tirk rabe bêje bila ev şer raweste û êdî şer bi dawî bibe. Kurd jî dibêjin em jî azadiya xwe dixwazin. Divê Tirk jî êdî ji bo aştiyê zextan li hikûmetê bikin. Aştî bi vî awayî tê, heke ev şer raweste, dê bi vî awayî raweste.”

Bi sed hezaran leşker anîne Kurdistanê

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdogan aşker kir ku li Kurdistanê herî kêm 260 hezar leşker hene. Bi deh hezaran polîs û tevgera taybet. Bi hezaran memûr. Niha ji ber vî şerî jiyana wana hemûyan di xeteriyê de ne. Erdal wiha domand: “Divê malbatên zarokên wan li Kurdistanê leşkeriyê dikin, polîs an jî memûr in, divê bên li Kurdistanê komele ava bikin. Xwe bi rêxistin bikin û bêjin ‘zarokên me di xeteriyê de ne, ew şer ne şerê me ye. Em li dijî vî şerî ne, ev jiyana zarokên me dixe rîskê, em ne rehet in.”
 Erdal anî ziman ku PKK dengê gelê ku hewl tê dayîn were fetisandin e. Heke PKK jî tune be, ev gel dê bifetise. Asîmle bibe. Ev êdî ji asîmlasyon êdî gihiştiye asteke pir krîtîk.
Bahoz Erdal destnîşan kir ku berê girtîgeh li kelehan çedikirin û wiha got: “Li cihên bilind girtîgeh çêdikin. Ji bo leşkran ne keleh, girtîgeh çêdikin. Roj neditîdin, di binê erdê de çêdikin. Lê artêşên dagirker wisa dikin. Ji ber ku dagirker in jî bi ser nakevin.” 

ANF/BEHDÎNAN