Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand. Kişanak bi nirxandinên erdhejê dest bi axaftina xwe kir û got ku erdheja Wanê karesat e û ji bo vê yekê jî xwest her kes hestên yekîtiyê pêş bixîne. Kişanak anî ziman ku piştî vê karesatê li çar aliyên Tirkiyeyê seferberî hatiye destpêkirin û ji bo vê yekê jî spasiyên xwe pêşkêş kir. Kişanak nêzîkatiyê dema erdhejê wekî "yên mirov û yên ne mirov" kir du beş û got ku li gel nêzîkatiyên nijadperest dîtine ku nêzîkatiyên mirovane hene û ji ber vê yekê kêfxweş bûne.
Kişanak destnîşan kir ku êşên ku hatine jiyîn ji aliyê îxtidar û alîgirên wan ve wekî bûye polemîka siyasî lê ew heta niha ketine vê polemîkê û wiha axivî: "Serokwezîr di civîna komê de bi heman uslub û dengê axivî. Me heta niha bersev neda wan. Ji bo ku neyê îstismarkirin me tiştek negot. Em ê îro şunde jî nebêjin. Ji ber ku em li dijî gelê xwe berpirsyar in, ez dixwazim agahdariyeke kurt bikim. dema ku erdhej çêbû ez ji Amedê, Hevserokê me yê Giştî jî ji Colemêrgê derbasî Wanê bûn. Tişta ku me kir ew bû ku, me gazî rêxistinên sivîl kir û ji bo alîkariyê maseya krîzê ava kir û bi alîkariya yekem em ber bi Wanê derketin rê. Em bi ekîbmanên Şaredariya Amedê û şaredaran ve çûn Wanê. Demîrtaş li Wanê, ez jî li Erdîşê bûm û em bi şev heta serê sibehê li dereve bi mirovên xwe re bûn. Me wekî hinekarn 10 deqîqe şow nekir û em venegeriyan. Tiştek ji destên me neyê jî me ev kir, me hestên wan parve kir û bi wande li enqazan geriyan, me enqaz kola. Serê sibehê me xwarin belav kir. Ji bo ku hin kes vê yekê bibînin û bibîzin me ev nekir. Di rojeke wisa de tiştên pêwîst çi bû me ew yek pêk anî. şaredariyên me seferber bûn. Bi rêxistinên sivîl û karsazan re kampanya dane destpêkirin. Me çi kiriye gelê me baş dizane. Yên ku êşa erdhejê jiyan dizanin kî li cem wan bûn. Şaredarî bi ekîban heta niha xebatên xwe iddomînin. Ev yek li ser navê mirovahiyê hatiye kirin. Ji ber ku bi bêwijdaniyeke mezin êrîşî partiya me dikin em mecbûr dimînin vê yekê bînin ziman. Bêguman kêmasiyan me çêbûn. Em kêmasiyên xwe jî dibînin û samîmî nêzîk dibin."
Kişanak anî ziman ku rayeradên dewletê, duvikên AKP'ê çawa rêveberiyên herêmî yên BDP'î tevli xebatan nakin em dizanin û wiha berdewam kir: "Gelê me yê bi rûmet dewlet ji bo rojên wisa heye û ji bo rojên wisa bacê kom dike. Divê bi bacên ku ji me digirin plnasaziyê derxînin, kordîne bikin û pêdiviyên gel bi cih bînin. Me dît ku heke çadireke wan tunebe tu wateya xwarinê jî nîn e." Kişanak diyar kir ku pêwistiya esasî çadir û ekîbên xilaskirinê ye ev herdu jî pêywira dewletê ye lê heke bixwazin bila qanûne rêveberiyên herêmî biguherînin û piştre jî dikarin hesab bipirsin.
Kişanak da zanîn ku ji ber ku BDP rexne dike û hikûmet dixwaze wan bêdeng bike. Kişanak bilêv kir ku dewlet jî mecbur maye bi gotina "di 24 saetên eil de kêmasiyên me çêbû, me pêwistiyên ji bo çadiran nedît ji bo ku em rewşa xwe bibînin me alîkariyê ji derve red kir" kêmasiyên xwe îtiraf kiriye.
Kişanak derbirî roja din heta saet 07.00'an ekîbên alîkariyê nehatin û pirsa "heke ev nekiribe êdî tu çi diaxivî" li Serokwezîr kir. Kişanak anî ziman ku îro şunde mexdûrên erdhejê nikarin bin sermayê re di çadiran de bimînin û divê ji bo wan cih bêne çêkirin û heke tedbîr neyê girtin dê li herêmê nexweşiyên têger dest pê bike. Kişanak xwest malen TOKÎ'yên tên çêkirin divê ewil ji bo mexdûrên erdhejê bêne belavkirin.

'Hovitî û kelaxiyek bi vî rengî hêj nehatiye dîtin'
Kişanak, anî ziman ku operasyona KCK'ê her ku diçe fireh û zêde dibe herî dawî Buşra Esranli, nivîskar Ragip Zarakolu, Mustafa Avci û gelek kesên din jî hatin girtin. Kişanak, anî ziman ku ev darbeya siyasî ye û wiha axivî: " Piştgiriya ji bo Ersanli û Zarakolu gelek watetar û bi qîmet e. Divê tu kes li hemberi vê helwesta faşîzane bêdeng nemînin. Operasyon piştî hilbijartina 2009'an û 12'ê hezîrana îsal bakêş e. Ji ber ku hikûmeta AKP di sindoqan de têk diçe.
Kişanak, destnîşan kir ku operasyon raste rast ji aliye hikûmetê ve tê meşandin û wiha berdewam kir: "Çapemenî jî ji AKP'ê re dibe meşik û destik. Li ser derew û nûçeyên bê eleqe weşanê dikin.
Kişanak, da zanîn ku wan wekî BDP'ê biryara rêveberiyên herêmî dane û ev yek bi dehan caran bi cemaweriyê ve parvekirine.
Kişanak, bilêv kir ku heta niha 12 akademiyên siyasî vekirine û bi van akademiyan rêveberên xwe û endamên xwe perwerde dikin. Kişanak, bilêv kir ku wan di 26'ê hêzîrana 2010'an de ev yek pêşkêşî Dozgeriya Dadgeha Bilind kirine û her tiştê wan li gorî zagonan pêş ketiye. Kişanak, anî ziman ku dewlet BDP'ê li hemberî xwe dibîne û ji ber vê yekê endam, rêveber û dibistanen wan dike hedefa xwe.

'Dê encama AKP'ê û Çîlerê yek be'

Kişanak, da zanîn ku li herêmê BDP û AKP li dijî hev têdikoşin û dê encama AKP'ê jî wekî ya Çîlerê be. Kişanak, destnîşan kir ku ji bo ku mirovan dive hesabê vê yekê bipirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Pêkanînên li dijî cenazeyên endamên HGP'ê hovitîye. Sûcê mirovahiye pek hatiye. Bêhurmetî û havîtiyek mezin heye. Divê em hesabê vê yekê bipirsin. Serokwezir me mirovahiya xwe winda nekiriye. Em dê hesabê vê yekê bipirsin." 

DÎHA/ENQERE