Herî kêm 10 sivîl kuştin
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) a ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku di encama operasyonên artêşên Tirk û Îranê yên dersînor de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes ji cih û warên xwe bûne.HRW’ê ragihand ku ji meha pûşperê heta niha êrişên hewayî û bejahî yên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin û bê ku di van operasyonan de sivîl li ber çavan bêne girtin, gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
HRW’ê got; "Îran jî û Tirkiye jî bi hinceta hêzên çekdar ên li ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Iraqê (Herêma Kurdistanê) êrişên deverê sivîl ên Herêma Kurdistanê dikin" û diyar kir ku rêxistina wan di meha tebaxê de çûye serdana herêmê, piraniya deverên li rastî êrişan tên herêmên sivîl in û her wiha deverên ku hêzên çekdar bi kar naynin dibin hedefa topbaranan.
Herêmê bêmirov dikin
Rêxistina HRW’ê diyar kir ku delîlên ku piştrast dikin Îran dixwaze gelê herêmê ji herêmê derbixe di destê wan de henBerpirsê Rojhilata Navîn ê HRW’ê Joe Stork goti;"Hêzên Tirkiye û Îranê bi kîjan armancê êrişê Kurdistana Iraqê dikin bila bikin, lê divê ji bo parastina sivîl û xaka wan tiştên ji destên wan tên bikin."Hêjayê gotinê ye, di 21’ê tebaxê de di encama bombebarana artêşa Tirk de li Qendîl 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kesên sivîl hatin qetilkirin. Her wiha encama topbarana artêşa Îranê ya ku di 14’ê tîrhemê de dest pê kir de herî kêm yek jê zarok 3 kesên sivîk jiyana xwe ji dest dan.
ANF/NEW YORK