
KNK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser operasyonê û got ku bi vê operasyonê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzerên Birêz Ocalan hedef girtine û bi fermana serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan hatiye kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Piştî hedef nîşandana Tayyip Erodgan, dozgeriya komarê ya Stembolê û 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stembolê ketin nava tevgerê û fermana Erdogan anîne cih. Ev jî dide xuya kirin ku li Tirkiyê hiquq û dadgerî nemaye; hiqûq jî li gorî gotinên ji nava du lêvên Tayyip Erdogan derdikevin tê bela kirin. Ev dîktatoriya herî metirsînî û faşîzma kujerî ye.”
Nikare xilas bike
KNK’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku dê Erdogan, xwe ji aqubeta Hitler, Mussolînî û Saddam xelas neke û wiha pêde çû: “Ji ber ku, dibin pêşengiya desthilatdariya AKPê û Tayîp Erdogan de, Tirkiye çekên kimyewî jî di nav de, her cûre kiryarên antî-huquqî, antî-exlaqî û antî-însanî dike û sucê mirovahiyê dike. Pêwiste gelê Kurd yên li Ewropa, bi xwe û dostên xwe ve bikevê nava tevgerê û li dijî kiryarên faşîzan û kujerî li dijî gelê Kurd dengê xwe bi tundî bilind bikin û raya giştî ya Ewropa şiyar bikin. Pêwiste raya giştî ya cîhanê, NY, YE û Yekitiya Ereban jî di nav de, sazî û dezgehên demokratîk teva li dijî kiryarên desthilatdariya AKPê, serokwezîr Tayyip Erdogan dengê xwe bilind bikin.”
BRUKSEL
Erdogan operasyona 'KCK'ê parast
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna Serokên Rêxistinên Bajaran ên AKP'ê de, li ser komkujiya Dêrsimê û operasyonên KCK'ê rawestiya û wiha got: "Wekî serokwezîr heta niha min operasyonên KCK'ê parast û ez dê biparêzim. Ev operasyon ji bo yekîtiya neteweyî tê kirin" Erdogan parêzerên hatin binçavkirin jî wekî endamên rêxistinê bi navkir û wiha axivî: "Kesên hatin girtin têkoşîna hiqûqê nadin, wekî mirovê rêxistinê dixebitin. Dikevin nava hewldana xerakirina yekîtiya welat." Erdogan ji bo komkujiya Dêrsimê xwest Kiliçdaroglu lêborînê bixwaze û li ser navê dewletê lêborîna xwe xwest.
Erdogan, da zanîn ku rexnerêyek wan heye û wiha pêde çû: "Min wekî serokwezîrekî heta niha operasyonên KCK'ê parast û ez dê ji niha û şûnde jî biparezim. Ev operasyon ji bo yekitiya neteweyî tê kirin" Erdogan parêzerên hatin binçavkirin jî wekî endamên rêxistinê bi navkir û wiha axivî: "Kesên hatin girtin têkoşîna hiqûqê nadin, wekî mirovê rêxistinê dixebitin. Dikevin nava hewldana xerakirina yekîtiya welat." Erdogan ji bo komkujiya Dêrsimê xwest Kiliçdaroglu lêborînê bixwaze û li ser navê dewletê lêborîna xwe xwest. Erdogan, îdia kir ku xebatên parêzerên hatin binçavkirin dikin xizmetê ji amamiya welat re nakin.
Erdogan, parast ku di serdema wan de wan ji bo gelê Kurd gelek tişt kirine û operasyonên li dijî siyasetmedar, rewşenbir û nivîskarên Kurd parast. Erdogan, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Di arşîvên Serokwezîrtiyê de belgeyen der barê komkujiya Dêrsimê de hene. Operasyonên li Dêrsimê hatin kirin tên rewakirin. Kes behsa Diyab Aga nake. Kes behsa serdema Seyit Riza ya di 1915'an de li dijî dagirkeran tekoşîna û pişt de hate darvekirin nake."
ENQERE