Hate îdîakirin ku cenazeyên 8 endamên HPG’ê yên mehek berê li navçeya Xorxolê ya Çewlîkê di operayonê de jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan a Yenîbosyanê hatin dinkirin. Cenazeyên 8 endamên HPG’ê piştî ku li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan û di 17’ê kanûna 2011’an de birin Saziya Tipa Edlî ya Yenibosnayê. Nêzî 20 malbatan serî li dozgeriyê dan û cûn li cenazeyan nerîn, ji ber ku cenaze perçe bibûn û tev hatibûn şewitandin cenaze nasnekirin. Ji bo 8 cenazeyên ku 30 rojin li saziya Tipa Edlî tê rawestandin, heta niha bi tevahî nêzî 20 malbatan serî li dozgeriyê dan û ji bo testa DNA’yê serî li dozgeriyêdan. Hate zanîn ku cenazeyên 5 jê jin 8 kesan di 14’ê Çile de li goristana bêkesan a Stenbolê hatin definkirin.
Hate zanîn ku Saziya Tipa Edlî diyar kiriye ku definkirina cenazeyan bi agahiya dozger de pêk hatiye û li gorî prosedure cenaze definkirin. Serokê ÎHD’a Stenbolê Abdulbakî Boga anî ziman ku gelek malbatan bi gumana zarokên wan bin serî li Saziya Tipa Edlî dan. Boga, destnîşan kir ku malbatên ji bo teşhîsa cenazyan mînaka xwînê dan, hêj testa DNA’yê bi encam nebibû cenaze definkirin. Boga, bilêv kir, hêj testa DNA’yê ya gelek kesan diyar nebûye û wiha got: “Em dê der barê Saziya Tipa Edlî de serlêdana sûç bikin. Malbatên ku hêj encama testa DNA’yê diyar nebûme dê bi rêya ÎHD’ê serlêna sûc bikin. Ev li dijî miriyan neheqî ye. Di vê serdema ku hestên biratiyê zerar dîtînê de rewşek şermê ye.”

Li Meletî jî 5 cenaze …

Malbatên endamên HPG’î ku dixwazin cenazeyên endamên HPG’î yên di dem û pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane wergirin rastî îşkenceya pisîkolojîk tên. Bi taybetî malbatên ji Îran, Suriye û Herêma Federal a Kurdistanê tên cenazeyan xwe wergirin, rastî pêkanînê cuda tên û ji wan belge tên xwestin. Dozger li gorî biryarnameyê ji malbatê ji balyozxaneyê belgeya “Kesê behsa wî tê kirin keç û kurê wî ye” dixwazin. Heke belge neyên waliyê bajar ji bo cenaza defîn bike biryarê dide. Li ser vê biryarê cenazeyên malbatan li Goristana Bêkesan tên definkirin. Heya niha cenazeyê 5 endamên HPG’ê yên nehatin teşhîskirin û pêvajoya zagonî bi dawî bû ji aliyê şaredariyê ve li Goristana Bêkesan hatin definkirin. Cenazeyên 11 endamên HPG’ê hêj li Morga Goristan Bajar a Meletî tên sekinandin.

MELETÎ / STENBOL