Malbata Volkan a kurd-elewî ya ji Erzînganê xwe amade dike ku bi boneya dosya cardin bê vekirin serî li dozgeriyê bide. Rayedaran gotibûn ku Îsmet Kemal Volkanê li Şaxa Leşkeriyê ya Manîsayê leşkerî dikir di 21 tîrmeha 1998'an de piştî nobetê bi çeka xwe, xwe kuştiye. Li gel ku rayedaran otopsî li cenazeyê Volkan nekir, lêpirsîna bi ser serdana malbatê hatiye vekirin jî bi hinceta "Pêwîstî bi lêpirsînê nîne " hate girtin. Dayîka Volkan, Sirma Volkan got ku kurê wê xwe nekuştiye û ew hatiye kuştin. Dayîk Volkan, got ku rojek piştî mirina wî agahî dane wan û dema ji bo agahiya mirina kurê xwe hîn bibin çûne Şaxa Leşkeriyê ya Manîsa wê derê serhengekî ji wan re got "Vê bûyerê zêde lêkolîn nekin". Dayîk Volkan ragihand ku dema cenaze defin kirine, hevalekî Kemal, gotiye 'Serbazê heqaret li Kemal kiribû piştî mirina wî tayînê cihek din kirine" Dayîk Volkan got ku li gel hemû hewldanan nekarîne navê wî serbazî hîn bibin.
Xwîşka Volkan, Nurten Volkanwiha got: "Otopsî jî li cenazeyê birayê min nekirin. Apê min çû cenaze anî. Li gorî gotina wî tu şopên lêdanê li ser cenaze tune bûn. Di dema merasîma cenaze ya li Cemxaneya Kartalê de jî polîs û cendirmeyan nehişt em li rûyê birayê xwe binêrin. Ji tiştekî ditirsiyan. Bi lez û bez cenaze defin kirin. Piştre me ji bo lêkolîn bê kirin serî li dozgeriyê da, lê bi hinceta ‘pêwîstî bi lêpirsînê nîne’ ev serdana me hat redkirin.
STENBOL