Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP’ê de diyar kir ku Fatma Kurtulan û Tuncer Bakirhan ji ber têbiniyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin hatin girtin û wiha got: „Em bang li dozgeran dikin û dibêjin kesên têbiniyan nexwînin nabin siyasetmedar.“ Demîrtaş, anî ziman ku kesên qetil dikin, dikujin û zulme dikin nayên darizandin, lê kesên hesap dipirsin tên girtin. Demîrtaş, destnişan kir ku ew dê wekî Mazlum Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Şêx Seîd û gelek kesên din di ber xwe bidin û her tim bawer dikin ku berxwedan jiyan e. Demîrtaş anî ziman ku tê teqez berxwedêr bi ser bikevin. Em dê faşîzma AKP’ê têk bibin”
Demirtaş, anî ziman ku Tirkiye ji darizandina Rojnameger Hrant Dînk de ji aliyê DYA’yê ve tê arastekirin û wiha got: „Doza Hrant Dînk bi dawî nabe. Doz bi encam bibe û bersuc bên cezakirin jî divê berdewama dozê bê şopandin û bûyerên pişt perdê bên ronikirin. „
Demîrtaş, Serokomarê Kibrisê Rauf Denktaş jî bibîr anî û rahm ji wî û malbata wî re xwest. Demîrtaş, anî ziman ku li aliyekî di bin navê Doza KCK’ê de girtin didome, li aliyê din jî serdegirtina şaredariyan berdewam dike. Demîrtaş, bilêv kir ku ger bi rastî hevalên wan sûc kiribe ew amade ne ku bên darizandin û cezakirin, lê ew tu carî bawer nakin ku wan tiştê sûc kirine. Demîrtaş, bilêv kir ku hevalên wan li ser biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Enqereyê û polîsên hikûmeta AKP’ê ve tên binçavkirin û girtin.

Demîrtaş, da zanîn ku pir aşkere ye ku berê AKP û wezîrên wê fermanê dide û pişt re bi ser malên endam, rêveber û parlementerdên me de digirin û wiha axivî: „Pir aşkere ye ku dozger û dadger ji aliyê AKP’ê ve tên arastekirin. Çawa çêdibe ku bi şaşî bi ser mala Parlementerê ku çûye rahmetê Orhan Dogan de digirin. Bi vê yekê peymana „Hûn zarok bin jî jin bin jî, sax bin û mirî bin jî em dê bi ser we de bigirin û em we rehet bernadin“. Qereqol jî dizane, polîs jî dizane û her kes jî dizane ku Leyla Zana li wê malê rûdinê.“


 ‘Te çima not xwendin’
Demîraş, destnîşan kir ku dozger dibin çavan de ji endamê Lijneya Desteya Rêveber a BDP’ê Tuncer Bakirhan û Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP’ê Fatma Kurtulan tenê pirsek kirine û gotine: „Hate famkirin ku têbinî bi maîlê ji were hatine. Çima we ev maîl vekiriye û xwendiye“ pirsîne. Demîrtaş, bertek nîşanî vê helwesta dozger da û wiha got: „Ez li şuna dozger bim ez dê pirsa „Ger ku we nexwendibe ez we nakim siyasetmedar. Ev têbiniyên ku tên şandin Serokwezîr, Wezir û hemû kes dixwîne.
Demîrtaş, bilêv kir ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan got di destê me de 4 saet dîmenên heronê hene û dê lêkolîn bikin û got 432 di ser komkujiya li Roposkiyê pêk hat û 34 welatî bi bombeyan hatin perçekirin re derbas bûn, lê hêj Serokwezir Erdogan ev dîmen temaşe nekiriye.

‘Derketina çiyê ji xwe bipirsin’

Demîrtaş, anî ziman ku hikûmat AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên şer, înkar, îmha û durî ciwanên Kurd dişîne çiya û wiha pêde çû: „Kesên Ceylan Onkol, Îbrahîm Oruç kuştin nehatin pirsîn. Lê niha Fatma Kurtulan girtî ye. Niha Tuncer Bakirhan girtî ye. Aydin Erdem ji ber girtina DTP’ê şermezar kir ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Niha li navenda JÎTEM’ê hestî derdikkevin. Lê hêj hesap ji van polîsan nehatiye pirsin. Feraseta wan a faşîzan ev e. Wekî dijmin li me dinerin û mumameleya dijmin bi mere dikin. Em jî dê li hemberî vê faşîzmê bi diruşma „Berxwedan jiyan e“ têbikoşin.“

‘Em dê faşîzma AKP’ê têk bibin’


Demîrtaş, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û wiha berdewam kir: „Em dê wekî Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Şêx Saît, Mazlum Dogan di ber xwe bidin û vê faşîzmê têk bibin. Em dê li qadan kolanan û li her derê di ber xwe bidin. Em dê liher derê vê faşîzmê şermezar bikin. Em soz didin ku em dê li dijî faşîzma AKPDê bi ser bikeven. Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin em dê bi ser bikevin. Em dê Kurdistanê bi navê wê azadiya wê bi dest bixin. Em dê hemû qedexeyan rakin.  Em dê jibo azadiya xwe têbikoşin. Dixwazin em dernekevin kolan û dengê xwe dernexin’Lê em dê bêtir derkevin kolanan û bêjin „Bimre faşîzm“ Em dê bêtir ziman, çand, nasnameya xwe bixwazin. Niha 127 hezar û 500 mirov girtî ne. Kapasiteya girtîgehan 115 hezar e. 12 hezar û 500 girti zêde dimînin. Niha bingehê 35 girtîgehan davêjin.” 

 DÎHA/ENQERE