Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dimen gihiştin ber destê Dozgerê Qilebanê û rayedarekî Şirnexê got herêmê 2 caran hate bombebarankirin. Rayedara diyar kir ku dimenên heronan li 6 navendan “di heman demê de” dihatin şopandin û têkildarî operasyonê de wiha agahî dan: “Li Enqere, Meletî, Amed, Şirnex, Wan û Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê dîmenên heronan saniye saniya dihatin şopandin. Li ser fermana ji Enqere hate balafirên şer rabûn. Piştî ferman ji Enqere hat bombebaran ji aliyê Fermandariya Tugaya Cendirmeyan ve dihate kirin hate rawestandin û pişt re balafirên şer ketin dewreyê. Saet di 19.30-20.00’an de koma qaçaxciyan li sînor hate bombebarandin.
Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, di der barê axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayip Erdogan yên duh di civîna komê de kirîn, li Meclisê civînek ya çapemeniyê li dar xist. Tan bilêv kir ku, Erdogan di axaftinên xwe yên civîna komê de di derbarê BDP’ê de gotinên ji nezaketê dûr kirine. Her wiha Tan diyarkir ku, bersivên ji van pirsan re bên dayîn zelalin. Tan bilêv kir ku, daxuyaniyên reşkirinê, tehrîkwarî û heqaretê çi sûdekê nadin çareseriyê. Tan di di berdewama axaftina xwe de pirsên wiha ji Erdogan kirin: “Birêz Serokwezîr; dîmên 4 demjimêrî yên herona jî li cihekê hatiye vekolîn. Beriya ku fermana ‘Lêbide’ agahî dane we, yan ne dane we? Yên fermana lêdanê dayîn kîne?”
ENQERE