Huseyin, anî ziman ku Televîzyona uyduyê ji bo televîzyonên perçeyên din ên Kurdistanê minakeke girîng e û wiha got: „Dewleta Tirkiyeyê yekem car televîzyona Kurdan Roj TV nagire. Berê jî Med û Medya TV girt. Zextên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan ji serdema Ataturk ve didomin. Lê dîsa Kurd tune nebûn. Çand û zimanê Kurdan têk neçû. Kurd bêtir li azadiya xwe xwedî derketin. Ji zextên li ser Roj TV xuya dibin ku Tirkiye li dijî PKK’ê çekên kimyewî pêk tîne. gelê Kurd ên sivîl bi balafirên şer dide ber bombeyan û komkujiyê pêk tîne. Siyasetmedar û rojnameger tev dane girtin. Tenê Roj TV mabû wê jî didin girtin. Dixwazin bi girtina Roj TV gelê Kurd bê deng bikin. Divê gelê Kurd bêtir dengê xwe xurt bilind bikin.“
SILÊYMANÎ