Ew demeke ku di çapemeniya Kurd de jî tê şopandin Fethullah Gulen ku xwe weke oldarekî Îslamî jî dide xuyakirin di der barê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de axaftinên ne li rê dike û her wiha fermanê dide hikûmeta AKP’ê û dewletê ku ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê bi her cureyî pêkanînan bi kar bînin.
Serokê Tevgera Îslamî ya Mexmûrê Mele Tofîq Abdullah, di der barê axaftinên Fethullah Gulen de nerazîbûn nîşan da û da diyarkirin ku axaftinên bi vî rengî di ola Îslamê de tunene û got: “Xwedê Teala di Qurana Pîroz de dibêje: ‘Di Îslamê de her kes birayê hev e, di mafan de her kes birayê hev e. Kes ji kesî mezintir nabe. Çênabe ku kesek xwe li ser kesekî û gelekî ferztir û mezintir bike.’ Her wiha Xwedê Teala, ferman daye mirovan ku aştiyê pêk bînin. Lê belê gotinên Fethullah Gulen li dijî gotina Xwedê Teala û li dijî Îslamê ye. Xwedê gotiye: ‘Gunehê guhertina rastiyan û belavkirina fitnê, ji qetlê mezintir e. Ji ber ev tişt mirovan gelekî xerab dikin.’ Her wiha Hz. Muhemmed gotiye: ‘Lanet li wî kesê ku fitnê gur dike û belav dike.’ Fethullah Gulen û Tayyîp Erdogan di nav Îslamê û di nav gelê Kurd û di gelê Tirk de fitnê belav dikin. Xwedê Teala lanet li wan kiriye û divê bizivirin! Xwedê, di Qurana Pîroz de gotiye: ‘Alîkariya hev, li ser xweşiyê, li ser xweşî û feydeya dinyayê bikin; alîkariya hev li ser fitnê, li ser xerabî, li ser bêtifaqiyê nekin.’ Lê belê Fethullah Gulen û Tayyîp Erdogan alîkariya zilmê û fitnê dikin. Gelê Kurd û Tirk bi hev didin şerkirin. Ev kiryar û pêkanîn li dijî Îslamê ne. Îslamiyet vê yekê qebûl nake.”

'Gulen û Erdogan zilmê dikin'

Serokê Tevgera Îslamî ya Mexmûrê Mele Tofîq Abdullah, di nirxandinên xwe yên di der barê Fethullah Gulen û hikûmeta AKP’ê wer berdewam kir: “Xwedê Teala, di Qurana Pîroz de gotiye: ‘Ji bo zilmê nebin alîkar û hevalbend. Heke hûn bibin alîkar hûn ji bo cehennemê ne.’ Fethullah Gulen û Tayyîp Erdogan alîkariya zilmê dikin. Zilmê û bêdîniyê belav dikin. Alîkariya Amerîka dikin û jixwe Amerîka li dijî Îslamê, li dijî heqiyê û mirovatiyê ye. Xweda ferman daye ku mirov fermanê ji bo qenciyê bikin û xerabiyê nekin. Her wiha Xwedê Teala gotiye: ‘Libasê heqiyê li zilmê nekin.’ Gelê Kurd, Îslamê bi awayekî rast dişopîne. Kesên bê dîn, zalim û fasiq Fethullah Gulen û Tayyîp Erdogan e.”
Mele Tofîq Abdullah, li ser şerê bêperwa yê ji aliyê dewleta Tirk ve li hember Tevgera Azadiyê tê meşandin jî nêrînên xwe anîn ziman û wer got: “Sedema kesên di vî şerî de jiyana xwe ji dest didin Fethullah Gulen û Tayyîp Erdogan in. Bila bizivirin! Heke nezivirin. Wê Xwedê Teala, wan li vê dinyayê û li axretê jî helak bike. Pêxemberê me Hz. Muhemmed (SAV) gotiye: ‘Ew alim û Serokê ku aştî û heqiyê qebûl neke û mafê mirovan binpê bike ji zinayê ye, an jî rayek zinayê gihîştiye wî. Ango ew ji zewaca dînî çênebûye.’”

‘Divê têkoşîn xurt bibe'

Serokê Tevgera Îslamî ya Mexmûrê Mele Tofîq Abdullah, bal kişand ser polîtîkayên ku li ser gelê Kurd tê meşandin û gotinên xwe wer berdewam kir: “Divê gelê me van lîstikan bi her awayî fêm bike û şiyar be. Her wiha têkoşîna xwe berdewam bike û bilind bike. Xwedê Teala gotiye: ‘Li hember zaliman şer bikin, xwe bidin şehîd kirin da ku fitne, zilm, kufir û bêexlaqî nebe.’ Lewma li ser gelê Kurd ji 15 salî heta 70 salî ferz e ku têkoşînê bike. Em nabêjin kesên 70-80’ê salî biçin çiyan şer bikin; lê belê her kesek çi ji destê wî tê divê bike. Ango yê ciwan biçe sîlehê rake û yên din jî bi mal û milkên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Tu tişt nekirin yek ji gunehên mezin e.”


YEKTA ŞOREŞ- EMER ÎKE - ANF-MEXMÛR