Li Wanê piştî erdhejên hêzên wan 7.2 û 5.6 pêl pêk hatin û bi hezaran avahî hilweşiyan, bi 10 hezaran welatî li derve û kolanan di nava sir û zermayê de man. Ji ber şert û mercên dijwar ên sivistanê û pirsgirêka parastinê welatiyên ku li hemberî şertê dijwar ê xwezayê nekarîbûn xwe biparêzin û her wiha ji ber ku rayedarên dewletê terbîr jî negirtin, nexweşiyan da der. Welatiyên ku di çaridên havînî de û di çadirên naylonî de li dijî berf baran û cemedê hewl didin xwe germ bikin, nikarin xwe ji nexweşiyan xelas bibin. Ji ber ku nexweşane jî nikarin baş xizmetê bidin û welatiyên nexweş jî nikarin biçin doktor her ku diçe nexweşî belav dibe û hêjmara nexweşan li Wanê zêde dibe.

Bi taybetî ji ber sir û sermayê herî zêde zarokên biçûk nexweş dikevin. Herî zêde nexweşiyên zekem, bapêş, zikêş virik û gelek nexweşiyên din ên zarokan zêde bûn. Enfeksiyonê bêhnê jî ji van nexweşên sereke ne. Ji ber ku zarok nikarin li hemberî sermayê xwe biparêzin nexweşiyên zarokan jî zêde bûn. Ji ber ku nexweşî zêde dibe bi taybetî Nexweşxaneya Zarokan û Mala Tenduristiya Zarokan her rojê bi sedan zarok diçin doktor û tedawî dibin. Der barê nexweşiyên ku zêde dibin de rayedarên Mala Zayinê ya Wanê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Wanê diyar kirin ku li gel koçberiya zêde dîsa nexweşî zêde dibin. Doktoran, diyar kirin ku bi taybetî enfeksiyona bêhnstendinê zêde dibin. Doktoran, anîn ziman ku heta niha nexweşên zêde talûke pêş neketine, lê ger ku tedbîr neyên girtin di pêşerojê de dibe ku talûke derkevin. Doktoran xwest bi lezgîn tedbîr bên girtin.

DÎHA/WAN