Endamê Konseya Fermande ya (Hêzên Parastina Gel) HPG’ê Dr. Bahoz Erdal lîstikên li rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re vegotin. Erdal got; “Hedefgirtin û hilbijartina hevalê Xebat bi zanebûne, ji ber ku hevalekî di tevgera me de tê naskirin û xwedî ked û tecrûbeyên mezin in.” Erdal bal kişand ser lîstokên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê û got; “Êdî gelê Kurd ê Başûrê Rojava şiyar e û bi rêveberiya tevgera me re, êdî nema dibe leşkerê kesekî. Gelê Kurd ne li gorî berjewendiyên dewletên dagirker, ne li gorî berjewendiyên rêjîma Şam û Baas tevdigere, ne jî li gorî lîstokên dewleta Tirk diçe.”

'Êrîşeke plankirî bû'
Erdal êrişê wiha şîrove kir; “Bûyera şehadeta hevalê Xebat weke meseleyekî nirxên madî yên tevgerê hatine dizîn, hevalan jî ji ber vê yekê xwestine xwedî li nirxên tevgerê derbikevin, di destpêke de bi wê malbatê re nîqaş dikin û piştre jî şer û pevçûn çêbûye, ev bûyer tenê bi vî awayî nirxandin şaş e. Ev aliyê meseleyê yê berbiçav e. Lê belê rastî ne ev e û heqîqet cûda ye. Eger mirov tenê di vê çarçoveyê de li ser bûyera şehadeta hevalê Xebat bisekine, ev ê bibe sedemê ku rastî neyê fêmkirin û li ser meseleyê were girtin. Nêzîkbûnekî ne rast dertê holê.  Rastî ev e; Êdî ji aliyê me ve mesele hatiye fêmkirin û zelal bûye. Li dijî hevalê Xebat êrîşekî plankirî û bi zanebûn hatiye kirin. Êrîşekî terorparêz û bi awayekî komplo hatiye tezgehkirin. Di vê êrîşê de destê istixbaratên Tirkiyê heye, di heman demê de hinek baskên îstixbaratê yên Sûriyeyê jî heye, her çiqasî di navbera dewletên dagirker de nakokî hebin, lê belê gava ku mijar dibe Kurd helwestên wan yek e. Malbata xayîn a Ebdulah Bedro ev 20 sal in xwedî rewşekî tarî û kirêt in. Di milekî de bi îstixbaratê Sûriye re dixebitin, di girtina hevalên me de gelek caran destê wan hebû û giliyê hevalên me dikirin. Di milekî dîtir de jî her dem li dijî Rêbertî û tevgera me bi îstixbaratên Tirkiye re di nava têkiliyekê de bûn. Di nava şebeka Şener de xwedî rolekî aktîf bûn. Şebeka Şener a ku bi îstixbarata Tirkiyeyê ve girêdayî xwestin komplo li dijî Rêbertî û tevgera me bikin. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk êrîş û komployên bi awayî li ser rêvebertî û tevgera me dide meşandin.
Li bakûrê Kurdistanê gelek mînakên wê hene. Dewleta Tirk gelek caran bi destê mirovên ku navê wan Kurd an jî bi rêya saziyên Kurd êrîşên hovane, terorparêz û komkujî li dijî gel û tevgera me pêk anîne. Ev êrîşa ku li dijî hevalê Xebat hatiye kirin bi vî awayî ye.”

‘Hedefgirtina hevalê Xebat ne tesadûf e'

Dr. Bahoz Erdal diyar kir “Hevalê Xebat ne hevalekî asayî ye” û wiha qala tekoşîna Xebat Dêrik kir; “Hevalê Xebat hevalekî cihê xwe di rêveberiya tevgerê de digirt û ji aliyê gelê kurd de baş dihate naskirin. Ji aliyê rayagiştî yê gelê Rojava û Sûriye ve baş dihate naskirin. Hedefgirtina hevalê Xebat tesaduf nîne, tenê ji bo hinek nirxên madî û encamê nîqaşekê ev bûyer neqewimiye. Ev hemû behane ne. Hedefgirtin û hilbijartina hevalê Xebat bi zanebûne, ji ber ku hevalekî di tevgera me de tê naskirin û xwedî ked û tecrûbeyên mezin in. Bi giştî ji aliyê gelê Kurd û bi taybet ji aliyê gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê gelekî baş tê naskirin. Bêguman armanca vê êrîşê li holê ye, di kesayeta hevalê Xebat de rêveberiya tevgerê hedef girtine. Dewleta Tirk vê yekê naveşêre, herdem rêveberiya tevgera me dike hedef, û bi her şêwazekî şerê kirêt dixwaze hinek encam bigire.”
‘Armanc pêşîgirtina yekîtiya gel e'
Erdal êrişê bi bûyer û pêşveçûnên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve girêda û got; “Ev êrîşa terorparêza li ser hevalê Xebat ji rewşa Sûriye ya dawiyê û ji pêşveçûnên Sûriye ne cuda ye. Armanca vê êrîşê ew e ku rêxistina gelê Kurd ya Rojava bide rawestandin. Xwedîderketina tevgera me ya li gelê Kurd yê Rojave bidin seknandin û li pêşiya wê bigirin. Dixwazin li pêşiya avakirina saziyên netewî di Rojavayê kurdistan de, û li pêşiya yekîtiya gelê me li Başûrê Rojava bigirin. Armanc ew e ku gelê me yê rojavayê Kurdistanê nebe xwedî hêzekî rêxistinkirî. Gelê me di pêşketinên Sûriye de xwedî giraniyekê ye, bi nasname û bi rengê xwe, li gorî berjewendiyên xwe, bi hinek armancên xwe tevlî pêvajoyê dibe, ji bona li pêşiya vê yekê bigirin, ev komplo li dijî hevalê Xebat hate kirin.”

'Kurd hêza şoreşa Sûriyê ye'
Erdal bal kişand ser hewldanên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan jî got, “Tê zanîn ji aliyekve rêjîma Şamê dixwaze kurdên Rojave wekî hêzekî cîgir ji xwe re bihêle, wana mijûl bike û bixapîne, ji aliyeke dîtir ve jî hêzên mîna dewleta Tirk û hêzên muxalif ên pêve girêdayî dixwazin Kurdan li wê derê weke hêzekî cîgir ji xwe re bi kar bînin. Gelê Kurd di Sûriye de hêzekî şoreşê ya esasî ye. Dînamîka şoreşê ê Sûriye yê herî xurt kurdên Rojava ne, ji bo vê yekê herkes dixwaze dest biavêje gelê Kurd û ji xwe re bike leşker.”

'Gelê Rojava êdî şiyar e'

Erdal bal kişand ser lîstok û hewldanên rejîma Sûriye û dewleta Tirk û got, “Êdî gelê Kurd ê Başûrê Rojava şiyar e û bi rêveberiya tevgera me re, êdî nema dibe leşkerê kesekî. Gelê Kurd ne li gorî berjewendiyên dewletên dagirker, ne li gorî berjewendiyên rêjîma Şam û Baas tevdigere, ne jî li gorî lîstokên dewleta Tirk diçe. Gelê Kurd li ser esasê berjewendiyên xwe û nasnameya xwe, xwe bi rêxistin dike û bi rê ve dibe. Dewletên dagirker ji vê helwesta gelê Kurd aciz in û dixwazin vê rewşê ji holê rabikin. Êrîşa ku li ser hevalê Xebat hatiye pêkanîn pêwîst e di vê çarçoveyê de were fêmkirin.”
Erdal got, “Êrîşa li ser hevalê Xebat êrîşa li ser gelê Kurd yê Başûrê Rojava ê rêxistinkirî, ê xwe kiriye îrade, ê li ser esasê nasnameya xwe û li ser esasê daxwazên xwe yê netewî tevdigere pêk hatiye. Pêwîst e ev bûyer wiha were naskirin û were nirxandin. Hemû şîrove û nêzîkatiyên der barê bûyera hevalê Xebat de têne kirin, çewt û serasere ne. Ew şîrove û nêzîkatiyên çewt nefêmkirina pêvajoyê û pêşveçûnên ku li herêmê, Kurdistan û Sûriye pêk têne ye.”

'Divê lîstik vala werin derxistin'

Erdal wiha berdewam kir; “Ji bo ku van lîstokên dagirkeran vala derbixîne û ji bo ku hemû rengê xiyanetê, xwefiroşiyê mehkûm bike û ji holê rabike, pêwîst e  xwe bi rêxistin bike, yekîtiya xwe xurt bike, saziyên xwe yên netewî, civakî û siyasî saz bike. Rêxistina xwe ya parastinê pêşbixîne. Xwedî li xwe derbikeve û xwe berpirsyar bibîne. Ji herdemê zêdetir li hemberî hemû şêwazên îxanetê û xwefiroşiyê bibe xwedî helwestekî tund, mehkûm bike û nelet bike. Ev yek jî bi xurtkirina têkoşînê, bi biryarekî hîn xurtir û bi îradeyekî hîn mezintir, çêdibe. Em bawer in gelê me yê Rojava û ciwanên Rojavayê Kurdistane wê bersiva wan a li hemberî vê êrîşa terorparêz, dê xurtkirina têkoşîn û ferehkirine rêxistina xwe be. Ewê bi mezinkirina rêxistin xwe bersiv bidin vê êrîşa terorparêz. Bi pêşxistina hemû rêbaz û awayên parastina xwe wê bersiv bidin vê êrîşa li ser hevalê Xebat.”


DÛNYA PALE - ANF/BEHDÎNAN




 Xebat Dêrik li Mexmûrê hate bîranîn


Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xebat Dêrik ku di encama êrişeke çekdarî de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi merasimekê hate bibîranîn. Merasima bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi beşdariya bi sedan kesî hate lidarxistin. Di merasimê de peyamên KCK û HPG’ê yên der barê Xebat Dêrik de hatin xwendin. Di merasimê de Endamê Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê Delîl Çirav axivî bal kişand ser tekoşîna 27 salan a Xebat Dêrik. Çirav got; “Dê têkoşîn û xebatên wan şehîdên mezin ji bo me bibe ronahiya jiyan û berxwedanê. Em ê bi têkoşîna ku wan nirxên giranbiha bidin avakirin û bi giyanê fedakariyê hîn zêdetir ji bo jiyaneke azad têbikoşin.” Çirav bal kişand ser berxwedan û tekoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê jî û got; “Ew nirxên ku bi salan in gelê me bi berdêlên gelek giranbuha bidest xistine, em ê ji tu kesî re pêşkêş nekin û em ê ji her demê zêdetir xwedî li nirx û şehîdên xwe derkevin.” Merasim bidirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Rêber Apo Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ bi dawî bû.

MEXMÛR