Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku hedef ne tenê PJAK e, KCK-PKK, hêzên Rojhilat, Başûr û PDK jî di hedefê de ne. Karayilan derbarê helwesta hêzên Başûrê Kurdistanê de jî got; “Îranê dixwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî vê plana xwe bike. Nunerên Hikûmeta Herêmê diviyabû ev proje red bikiribana. Gotine em di aliyê leşkerî de nikarin beşdar bibin. Lê em ê dora Qendîlê bigirin. Ev yek jî tê wateya erêkirinê.”


‘Dixwaze Kurdan bê hêz bike’



Daxuyaniyên Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan wiha ye:
„Deweta Îranê dixwaze Qendîlê dagir bike. Artêşa Îranê di çarçoveya plana êrişek berfireh de, di 16 Tîrmehê de êriş bir ser Qendîlê. Lê hedef ne PJAK e, hedef piraniya Kurdan e. Siyaseteke pir qirêj û gemar dimeşîne. Dixwaze bi siyaseta qirêj û textîkên xwe di vî şerî de bi ser bikeve. Niha Îran bi xwe di nava tengasiyê de ye. Îran baş dizane ku wê dawiya pêşketinên li Rojhiltanavîn xwe bigihînin Îranê. Îran dibêje ku Kurdan di hilweşandina rejîma Îranê de rol wergirtin, Kurd li Sûriyeyê jî bi hêz in ew ê di hilweşandina rejîma Îranê de jî rol werbigirin. Dibêje divê ez Kurdan bê hêz bikim, parçe bikim.“


‘Di hedefê de PDK jî heye’

Îran bi ketina Qendîlê dixwaze zextê li hemû Kurdan bike. Bi taybet li ser Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hemû hêzên Başûrê Kurdistanê wekî tehdîdek be û zextê li wana bike. Dixwaze siyaseta xwe li ser wana ferz bike. Polîtîkayê Îranê wiha ye, dibêje an tu wê li gel min bî an jî li dijî min bî.

Hevkariya Tirkiye, İran û DYA’yê

Niha Îran êrişê Qendîlê dike. Ji roja dest bi êrişê kirî heta niha, balafirên keşfê yên Amerîka li ser Qendîlê digerin, ev çi keşif dikin? Ev keşîf dide Tirkiyeyê, Tirkiye jî dide Îranê. Niha rastiyek wiha heye, Tirkiye, Îran û Amerîka bûne yek. Rastî ev e. Divê gelê Îranê vê yekê baş bibîne, rêveberiya wan rast nabêjin. Hemû alî jî dixwazin Kurd bê hêz bibin û muhtacê wan bibin.
Ne tenê PJAK, hemû KCK, Kurdên Rojhilat, Başûr û PDK ji bo Îranê hedef in. Bi vê yekê dixwazin Kurdan lewaz bikin. Ev plana Tirkiye û Îranê ne. Yên ku niha şer jî dikin piraniya wan Tirk in, em vê yekê baş dizanin. Hêzên taybet ên Tirkiyeyê jî di nav de ne. Dixwazin stratejiya Kurdan lewaz bikin, Kurdan berdin hev û krîzeke nû di nava Kurdan de biafirîne. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, dixwazin ku di vê dîzaynê de cihê Kurdan tune be.

Xweserî û Kongreya Neteweyî Tirkiye û Îran tirsand


Di 14’ê de li Amedê, KCD sîstema Xweseriya Demokratîk îlan kir. Ev yek girîng e. Êdî li Kurdistanê gotûbêjin kongreya Netewî heye. Niha Tirkiye û Îran ditirsin ku Kurd Kongreya Netewî li dar bixin. Di 14’ê Tîrmehê de Xweserî hat îlankirin û Îranê jî di 16’ê mehê de êriş kir. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Dixwazin vê yekê provaka bikin. Dixwazin komplo li Kurdan bikin û projeya Kongreya Netewî ya Kurdan dayî pêşiya xwe bi ser nekeve. Careke din Xweseriya Demokratîk li Bakûr bi ser nekeve. Ji ber wê jî Îran û Tirkiye projeyekê dagirkeriyê li ser Kurdan dimeşînin. Dixwazin kaosekê çêbikin. Ev mudaxele li hemberî vîna gelê Kurd e.

‘Keştiya hemû Kurdan yek e’


Em bang bi taybet li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin û vê rastiyê bibînin û helwest nîşan bidin. Divê hemû rêxistinê Kurd ên Îranê li hemberî van êrişa bibin yek û piştgirî bidin hev. Ez bi zelalî dibêjim ku em ê piştgirî bidin PJAK’ê. Şoreşa berê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî tesfiye kirin. Niha jî dixwazin wisa bikin. Divê helwesta hemû hêzên Kurd, ya Hikûmeta Herêmê hemû ji bo pêşxistina Yekitiya Netewî bibin zemîn. Divê Kurd bibin îrade. Keştiya hemû Kurdan yek e. Ger bi av bibe, em hemû bin av dibin. Niha Rojhilatê Kurdistan, Başûrê, Rojavayê, Bakûrê Kurdistan tune ye. Kurdistan hemû yek e. Divê helwesta hemû Kurdan li hemberî vê yekê yek bin.

‘Gelê Kurd teslîm nabe’


Bila Îran baş bizane ku êdî gelê Kurd teslîm nabe. Em weke PKK li ser navê hemû Kurdan li Qendîlê, li hemberî tu kesî pêngav bi paş ve navêjin. Ger Îran dest ji vê şaşiyê xwe berde em jî dikarin bi awayeke erênî nêzîk bibin. Çawa li ser vê axê Ereb, Tirk, Fars, Ermen, Asûrî hene ew qas Kurd jî hene. Kurd kevnartirîn gelê herêmê ye. Çawa mafê van gelan heye, ewqas mafê gelê Kurd jî heye ku bi awayeke azad bijî. 
Bila Îran jî hedê xwe bizane. Êdî Kurd jî siyasetê dizanin, şer dizanin û em rast in. Em erdê tu kesî dagir nakin. Li ser me terorek tê meşandin. Gelo kî teror e? Em navê xwe yên xwezayî û netewî dixwazin. Ger em li hemberî vê terora Tirkiye û Îranê bibin yek em ê wana vala derbixin. Jixwe Îran negihişt armanca xwe ya siyasî. Di nava Kurdan de dubendî çê nebû. Di şer de jî pêş neket. 


ANF




Hikûmeta Başûr şermezar kir


Êrîşên artêşa Îranê yên li ser sînorên Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Li hemberî vê yekê raya giştî ya Herêma Federal a Kurdistanê, berpirsyar û gelek sazî bi tundî dengê xwe bilind dikin. Herî dawî Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Berhem Salih di civinekê de li ser êrîşên artêşa Îranê jî axivi û êrîşê bi tundî şermezar kir. Li gorî malpera fermî ya Hikûmetê Berhem Salîh, xwest ku Komara Islamî ya Îranê rêzdarî ji serweriya xaka Kurdistan û Iraqê re bigre. Salîh da zanîn ku divê Iran serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê binpê neke û wiha got: “Divê Îran ji bo çareseriya pirsgirêkan deverên sînor topbaran neke ji ber ku dibe sedemê kuştin û birîndarkirina welatiyan û têkçûna jiyana wan. Herî dawî beriya du rojan di encama topbarankirina artêşa Iranê de 2 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn. Di encama topbaranê de jî gelek lawir telef bûbûn û nêzîkê 800 kes neçarî koçber bûn.“

DÎHA/HEWLÊR





Brîtanya: Em li dijî topbaranê ne

Konsolê Brîtanyayê li Hewlêrê Krîs Bawerîs aşkere kir ku welatê wî bi awayekî resmî derbarê êrîşên welatên cîran yên bo ser navçeyên sinorî yên li sinorî Herêma Kurdistanê, nerazîbûn û diltengiya xwe pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî kiriye. Krîs Bawerîs di daxuyaniyekê de got, “Em li dijî topbaranên bo ser sinorî herêma Kurdistanê ne, wek hikûmeta Brîtanyayê me Neteweyên Yekgirtî haydar kiriye, tiştê ku hikûmeta Îranê dike karekî xirap e û nabe bike çimkî bûye sedema wê çendê ku xelk şûnên xwe bi cih bihêlin.”

Yekitiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê jî îro di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku topbaranên Îranê tu bingeha ayînî nîne û divê Îranê zûtirê êrîşên xwe rawestîne. Zanayên dînî diyar kirin ku rejîma Îranê, êriş dike ser xelkê sivî û bêguneh û zirarê dide mal û canê wan û xwest ku Îran arîşeyên xwe yên digel Iraqê bi riyên dîplomatîk çareser bike.

DENGÊ AZAD




Amerîka nakokiyan kûr dike

Nerazîbûnên li dijî êrişên Îranê ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Parlementerê Hîzba Zehmetkêşên Serbixwe ya Kurdistanê (HZSK) di Parlementa Kurdistan de  Fazîl Hesen, bertekên tûnd li dijî wan êrişan nîşan da û wiha got: „Her çend Îran ji bo wan êrişan PJAK’ê wek bihaneyê êrişan nîşan bide jî ne wisa ye. Di rastiyê de Îran li dijî bicîhbûna arteşa Amerîka ye. Ji ber vê yekê êrîşan pêk tîne. Perlemanter Hesen, bal kişand ser armanca operasyonê û wiha berdewam kir: “Her çend van êrîşen Îranê li Herêma Kurdistanê li dijî bi cihbûna arteşa Amerîkaya li herêmê pêk tê jî dîsa Amerîka bêdengiyê diparêze. Sedema vê yekê jî ew e ku Amerîka dixwaze ku navbera Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xera bike.“ Hesen, da zanîn ku Amerîka dikare di demek zû de êrişê Îranê bike û wiha bi dawî kir; „Lê Amerîka heya niha ev yek nekiriye. Sedema vê yekê Amerîka ji encamên piştî êrişê ditirse. Ji ber vê yekê heya niha êriş pêk neaniye.”

DÎHA/HEWLÊR