DBK'ê di daxuyaniya xwe de banq li rêveberiya Artêşa Hur û muxalefetê kir ku helwesta xwe ya derbarê Serêkaniyê de aşkera bike. Her wiha DBK'ê berxwedana YPG'ê ya li Serêkaniyê jî silav kir.

DBK'ê derbarê rewşa dawû ya pevçûnên li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û têkildarî mijarê de hin agahî bi raya giştî re parve kir. Desteya Bilind a Kurd (DBK)'ê ev êrîş wekî berdewamiya êrîşen 2 meh beriya niha ku di navbera hêzên YPG û komên çetayan de rû dabû binav kir û wiha hat domandin: "Piştî wan êrîşan peyamek hatibû çêkirin. Li gor ve peyamê diviya meclisa ji hemû pêkhatiyên bajêr hatiba damezirandin. Meclis rêveberiya bajêr bike û hemû kêmên çekdar jî ji bajar derkevin." DBK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî vê peyamê hêdî hêdî gelê Serêkaniyê paşve vegeriyaye malên xwe û niha jî cardin komên çete ji bo vê peyamê xerabikin dîsa li hemberî taxên Kurd lê dijîn dest bi êrîşên xwe kirine.

'Zirarê didin şoreşa Sûriyeyê'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî van êrîşan hêzên YPG'ê jî ji bo parastina gel pêk bîne li van taxan hêzên xwe bicih kiriye û di encamê de di navbera her dû aliyan de pevçûnên gelek dijwar rû dane. Desteya Bilind di berdewamiyê de êrîşên komên çete bi zimekî tund şermezar kir û ji muxalefet û Artêşa Hur a Suriyeyê re ev bang kir:  "Em bang li hemû hêzên muxalef û Artêsa Azad dikin da ku helwesta xwe ya derbarê van komên çete ku dixwazin aramiya herêmê binpê bikin û tehdîda li hemberî hebûna Kurdan nîşan didin aşkera bikin. Lewra ev pêkanîn zirar dide Şoreşa Gelê Suriyeyê. Ji ber wê em dixwazin bi lez ev komên çete ji herêmê derbikevin û em êrîsan bi tundî sermezar dikin.''
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Loma ev hêz dixwazin ku yekitiya gelê Suriyeyê asten bikin, di navbera gelan de nakokiyan derxin û pêkhatiyên Suriyeyê berdin hev. Ev pêkanîn kêrê dijminên Şoreşa Suriyeyê û hêzên Baasê tê. Lê bila baş bê zanîn ku gelê herêmê ji mafê xwe yê parastinê û rumetê sûnde gava navêje."
DBK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de her wiha berxwedana YPG'ê, pêkhatiyên Serêkaniyê û şervanên ku jiyana xwe ji dest dane jî silav kir. 

ANF/QAMIŞLO




Êrîşî sivîlan kirin

Komên çete yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîşê Serêkaniyê dikin, bi hewanan êrîşê malên sivîlan kirin. di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Pevçûnên li Serêkaniyê ketin roja 5’emîn. Komên çete careke din hewanan êrîşê malên gel kir. Îro saet di 12.30 de hewanek li kolana Ehmed Kan ket û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. kesên bi navê Şehed Hanî Hebaş ê 3 salî, Umer Hanî Hebaş ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û Semah Umer Hebaş a 20 salî û Hanî Hebaş ê 65 salî birîndar bûn. Her wiha welatiyê Kurd Celal Ebdula Hisên di sala 1986 ji dayik bûye bi guleyên komên çete hate kuştin û Cûdî Sedûn Ebdo jî birîndar bû. 

SERÊKANIYÊ