Piştî hinek hevdîtinan ji heyetê Demîrtaş, Kişanak û Onder di 2'yê adarê de bi riya bejayî vegeriyan Tirkiyeyê. Turk, Tugluk û Tan jî bi PDK, YNK, partiyên din ên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin kirin û di 4'ê Adarê de bi balafira taybet a Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî vegeriyan Amedê.

Parlementerê BDP'ê Altan Tan ê ku di nav heyetê de cih digirt hevdîtinên pêk anîn ji DÎHA'yê re nirxandin. Tan, diyar kir ku armanca wan a sereke ya Herêma Federal a Kurdistanê nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihijînin Qendîlê û nêrîna wan bigirin bû. Tan, anî ziman ku name bi riya dewletê gihiştin destê wan û wiha got: "Em jî ev name bi agahiya dewletê girtin. Me name birin Qendîlê. Pişt re jî em hevdîtinek kir. Me ev hevdîtinên xwe dema em vegeriyan me li Silêmaniyhê bi civînekê daxuyandin. Em tu tişt veşartî nekir. Ji ber ku ev pêvajoyekî wisa ye. Dê raya giştî bê zelalkirin. Di nav vê demê de gotinê neyên gotin nayên gotin. Çerçoveya pêvajoya zelal dê bê girtin. Çima dê vekiriî bê girtin? Ji ber ku em tu tiştê veşartî nakin. Em ji bo aştiyê kedê didin. Piştî me ev name gihandin cihên wan pêvajoya heta Newrozê heye û dê heta wê demê nirxandin bên kirin. Piştî ji me re ragihandin em jî dê wan ji Birêz Ocalan re rabigihînin. Aktorên vê pêvajoyê ên herî sereke Birêz Abdullah Ocalan, Qendîl, BDP, dewlet, hikûmet, Ewropa û ligel van partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê. Em bi wan re hevdîtin kirin. Hevdîtinên me baş derbas bûn. Ji bo me gelek girîng bûn."
Tan, da zanîn ku wan nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qendîlê dan berpirsiyarên PKK'ê û wiha axivî: "Em bi heyeta serokatiya wê Birêz Murat Karayilan dikir me hevdîtin pêk anî. Ji bo girtiyên di destê PKK'ê de serbest bên berdan 10 roj hatin diyarkirin. Ez bêjin heyet ji vir tê amadekirin dê biçin bigirin. Dê heyetek careke din biçe Îmraiyê. Daxwaza me hevserokên me ne. Lê em nizanin dê pêvajo çawa pêş bikeve." 

ANF/AMED