
Karayilan ragihand ku Herêma Kurdistanê nakeve bin zexta Tirkiyê ku li dijî PKKê şer bike û wiha domand; “Tu demê şer di navbera pêşmerge û gêrîlayan de çênabe.” Karayilan got: “Ew bingeh nemaye ku carek din Kurd li dijî hev şer bikin. Di wê derbarê de baweriya min bi siyasetmedarên Kurd û sozên wan heye.”
Karayilan diyar kir ku niha ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hewldanek ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi awayek aştiyane ya li Bakurê Kurdistanê heye û got; “Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di nava helwdanên çareseriyê de ye, ji bo pirsa Kurd bi awayek siyasî bê çareserkirin. Em wan hewldanan giring dibînin. Em jî bi awayek bingehîn dixwazin ew pirs bi awayek siyasî û diyalogê bê çareserkirin.”
Karayilan piştrast kir ku guftûgoyên rasterast navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de hebûn û wiha vegot; “Di 5 salên borî de hinek têkiliyên me ligel dewleta Tirk çêbûn. Di nava du salên yekemîn de ew peywendî bi rêya çend dostan dihat rêvebirin û di van 3 salên dawî de me rûniştinên rasterast pêk hatin.”
Herwiha Karayilan aşkere kir ku dewleta Tirk protokola Abdullah Ocalan a derbarê çareseriya aştiyane gihand wan û got; “Ew şand bi xwe bi wê protokolê razî bûn. Lê Serokwezîr red kir.” Karayilan destnîşan kir ku niha jî çend alî dixwazin proseya siyasî bidin destpêkirin û got; “Di vî warî de helwdanên kek Mesûd û çend aliyên din jî hene.”
Karayilan der barê operasyona hevbeş a di navbera Îran û Tirkiyeyê ya li dijî PKK û PJAK de jî got: “Niha di navbera Îran û PJAK’ê de agirbest heye, agirbesta navbera herdu aliyan de jî berdewam dike. Ev tiştek baş e û ji me re cihê dilxweşiyê ye.”
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan der barê biryara ETA’yê de jî diyar kir ku ew çekdanîna rêxistina ETA ya li herêma Bask a Spanya biryarek rast û dirûst dibînin û wiha domand; “Ji ber hatina pêş a Hikûmeta Spanya ya di vî warî de ji bo armanca çareseriyê, erênî bû.” Herwiha Karayilan got ku ger ew bingeh li Tirkiyê çêbibe û mafê xwerêvebirinê ji bo Bakurê Kurdistanê bê dayîn, “Em ê jî wê dest ji çekan berdin.”
ANF/HEWLÊR