Gohdarê ku ji Qamişloya Rojava ye ji 14 saliya xwe ve muzîka hîp hopê guhdarî dike û dibêje. Malbata Gohdar ji ber pirsgirêkên siyasî ji ber rejîma baasiyan koçî Almanyayê kiriye û ew bi xwe li Almanyayê ji dayik bûye. Gohdar li wir xwe daye ser xebatên hunerî. Gohdar ê ku her tim meyla wî li ser muzîka hîp hop û rapê ye hêj di zarokatiya xwe de şopdarê hunermend û komên wekî Eminem, Tupac, 50 Cent û hwd bûye ku her yek ji wan di nav muzîkjenên cîhanê de xwedî cihekî taybet in.
Gohdar ji ber ku li Almanyayê jidayik bûye stranên xwe jî bi Almanî gotiye. Her çiqas di vegotina Almanî de şareza û serkeftî be jî, piştî ku Serhedo nas dike û pêve tercîha xwe li ser Kurdî dike û hîp hopa Kurdî çêdike. Gohdar vê tercîha xwe jî wiha tîne ziman: “Dema ku min Serhedo nas kir û pêve di muzîka ku min çêdikir de bi almanî bû min hin kêmaniyan dîtin. Ew kêmanî jî zimanê min ê dayikê ango Kurdî bû. Hîp hop bi Kurdî xweş e.”
Çima navê Azadî?
Piştî ku tercîha xwe li ser Kurdî dike gotinên stranan jî bi Kurdî dinivîse. Di gotinên stranên wî de zêdetir Kurdistan, geşedanên ku li welat pêk tên, têkoşîna azadiyê û hesrata welat a Kurdên li Ewropayê dijîn hene. Albuma yekem a Gohdar a ‘Azadî’ jî îro sibe dê cihê xwe di standên muzîkê de çêbike. Di albuma wî de 14 stran cih digirin. Gohdar destnîşan dike ku ji ber Kurd hê jî ji bo azadiya xwe têdikoşin ew navê albuma xwe ‘Azadî’ daniye.
Gohdarê ku li paytextê Almanyayê Berlînê dijî ligel xebatên xwe yên hunerî, perwerdeya xwe ya di warê alîkariya civakî de jî didomîne. Gohdar tîne ziman ku ew xebatên xwe di ser ‘Facebook’ê de bi her kesî re parve dike û rexneyên ku tên kirin jî li ber çavan digire.
BERLÎN