Şêx Mûhsîn, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyevî ya dewleta tirk li dijî PKK’iyan da û wiha got: „Ev tiştên ku dewleta tirk li hember cenazeyan dike çi bawerî û olda nayê pejirandin. Weke ku em dibînîn çawa dawiya dîktatorekî wekî Saddam û Qedafî hat, bi heman şêweyê dê dawiya hemû dîktatorên din ên cîhanê jî bên. Ji bo wê em dibêjin ku bila tu dewletên desthilatdar nefikirin ku bi zordarî û komkojiyê gelê kurd tune bikin.”
Operasyonên lêşkerî û siyasî ya dewleta tirk didomin. Li dijî wan operasyonên siyasî û leşkerî bertekên oldarên kurdan jî her ku diçe zede dibin. Melayê Mizgefta Mewlana Xalidî Nexşebendî Şêx Muhsîn da zanîn ku pêwiste dewleta tirk bi kurdên ligel xwe re rûnê û divê dewlet giringî û rezê bide kurdî. Şêx Mûhsîn bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyevî ya li dijî PKK’îyan da û got: „Ev tiştên ku dewleta tirk li hember cenazeyan dike ne li gorî bawerî û olan e. Wek ku em dibînîn çewa dawiya dîktatorekî wekî Saddam û Qedafî hat, dê bi wî şêweyî dawiya hemû dîktatorên din ên cîhanê jî bên. Ji bo wê em dibêjîn ku bila tu dewletên desthilatdar nefikirin ku bi zordarî û komkojiyê gelê kurd tune bikin.”
Şêx Mûhsîn diyar kir ku Erdogan bi sozên ku bo mafen kurdan bide bi dengekî zedê li Tirkiye buyê deshilat û wiha axivî: „Divê Erdogan ji bir neke ku ew dengên di hilbijartinan de girtin bi soza ku mafê herkesî binase û azadiya zimanê zikmakî bide girtin. Ger îro dewleta tirk dibêje em dê alîkariyên dewletên derve bigirin wê demê divê ev alîkarî ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn be. Ji bo berjevendiyan nebe. Erdogan daxwaza azadiya gelên Suriye, Ereb û dewletên din dike. Lê ji bo gelê kurd ê di nav dewleta xwe de dijî naxwaze.“

‘Bi zordarî pirsgirêk çareπser nabe’
Şêx Mûhsîn, anî ziman ku komkirina leşkeran a li ser sînor û operasyonên Herêma Ferdaral a Kurdistanê çareserî nîn e. Şêx Mûhsîn bibîrxist ku hemû deshilatdaran xwestiye pirsgerekên nawxweyî bi rêyên zext û zordarî bitepisîne. Lê tu car negîhiştine armanca xwe û wiha pê de çû: „Her hêzek ango dewletek ku xwast pirsgirêkên navxweyî bi rêya çek û zordariyê çareser bike. Em hemû jî dizanin negihiştin armancên xwe. Her tim ev yek rastî serhildanan hat. Ji Şêx Sed heya îro berdevam kirin. Lewma em dibêjin ger dewleta tirk îslam be, divê rêzê ji baweriya gelên xwe bigire.“

Şêx Mûhsîn derbirî kir ku astengiya dewleta tirk ya beramberê alîkarîyen ku diçin Wanê wiha axivî: „Li serdemeke wisa de ger dewleta tirk rêya alîkariyê bigire ev yek ne kiryara kesekî baweriyê bi xwedê bîne ye. Em bawerin ku gelê kurd dê ser bikev.“

DÎHA/HEWLÊR