TUHADDER ya Sêrtê ji bo bal bikşînê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirsgirekên li girtîgehan tê jiyan kirin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sertê daxuyaniya çapemeniyê da. Wekîlê Şaredarê Sêrtê Musa Kurhan, endamên meclisa şaredariyê û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniye bûn. Serokê TUHADDER’a Sêrtê Îrfan Baykara daxuyanî da û diyar kir ku ji peywîrgirtina Şaredar Selîm Sadak şermezar dikin. Baykara, bilêvkir ku pirsgireka Tirkiyeyê ya herî girîng pirsgireka Kurdê û wiha axivî: “Di serî de girtîgeh, li her derî binpekirina mafe mirovan tên jiyan kirin. Divê êdî dawî li vê zilma serdestiyê bê.”

Tecrîdê dawî bikin
Baykara, da zanîn ku bi sirginkirina girtiyan dixwazin malbatên girtiyan û girtî biçewisînin û wiha berdewam kir: “Ji Sêrtê herî dawî 320 kes sirgun kirin. Ji van kesan 17 kes nexweşê. Sewka nexweşê pençerêşê Avnî Uçar ya edlî tipê nay kirin.“ Baykara, diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi lezgînî bê rakirin û wiha axivî: „Tecrîda li ser Birêz Ocalan ye ku di pirsgirêk Kurd de aktorê herî girîng, di israrkirina ne çareserbûneye.“ 

DÎHA/SÊRT