Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş, bal kişand ser girîngiya Konferansa Neteweyî û diyar kir ku êdî divê konferans dereng neyê hiştin.
Heyeta BDP û KCD yên li ser daweta Serokê başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî çibûn Hewlerê bi nûnerê Federasyona Saziyên Sivîl û Yekitiya Parlementerên Kurdistan û Bizotnewê Îslamî re hevdîtin pêk anîn. Heyeta KCD û BDP’ê ku ji Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş, parlementerên BDP’ê Nazmî Gur, Sirri Sakik, Parlementera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Leyla Zana, Endamê Meclisa Daîmî yê KCD’ê Cabbar Leygara pêk dihat duh Kampa Mexmûrê ziyaret kir û pişt re li Otela Dîwanê ya Hewlerê domandin. Heyetê bi Federasyona Saziyên Sivîl ên Herema Federal a Kurdistan, serok û endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistan û sekreterê Bizotnewê Îslamî re hevditin pêk anîn. Di hevdîtina Federasyona Saziyên Sivîl de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehatîn Demirtaş da zanîn ku êdî gele Kurd li herderê di êşan de jî di kêfan de jî yekitiya xwe çêkiriye û wiha got: “Em yekitiya neteweya Kurd pir girîng dibînin û ji bo wê jî hewldanê xwe didomînin. Niha me ji bo herkesî aşkere kir ku ji bo konferansa neteweyî ya Kurd bê lidarxistin amade ne hemû fedekariyan bikin. Ji bo wê jî dibe êdî konferansa netewî neyê dereng xistin û zû pêk bê.”
Demîrtaş, bal kişand ser girîngiya konferansa neteweyî û wiha axivî: “Kurd di qirnê borî de li axa xwe jiyanek bindest û dîl derbas kirin. Di bin zextan de bi berxwedanê domand. Lê qirnê pêşiya me ger bixwazin azad bijîn mifte di destê me deye. Me bi berxwedana xwe polîtîkayên dewletên li hemberî xwe şikand. Em niha ji hemû gele Rojhilata Navîn bi rêxistintir in. Niha li Herema Kurdistan diwarê aborî de pêşketinên mezin hene. Lê pêpist e li cem van pêşketinên aborî demokrasi jî pêş bikeve. Lazim e aborî û demokrasî bi hevre bi meşin. Di vir de rola saziyên sivîl pir giringe.”
DÎHA/HEWLÊR