Komîsyonê di belgeya ku weşandî de balê dikişîne ser xalên girîng û diyar dikin dergûşa mirovahiyê mezopotamya jor e, û navendeke dîrokiye ku li Kurdistana îro ye. Di belgeye Komîsyona Jinan a KNK’ê de wiha hate gotin: “ Ev navenda dîrokî bûye mala dîroka gerdûnî. Li ser vê erd û axa dîrokî jin xwedî kedeke bê hed û hesab in, û dîsa jinan li ser van erdan cara pêşî ji civakbûna mirovatiyê re pêşengî kirin. Pêşiyên Kurdan ango proto Kurd li dora jinê çêbûn û bi bîreweriya xwe ya civakî serdema neolîtîkê bi têgihiştineke wekheviyê pêkanîn û bi bandora wê mezin bûn. Di vê çarçoveyê de ti hêzê nikarîbû wan bike mêtingeh û bixe bin serweriya xwe, di heman demê de ti dem û dewranê serweriya hêzên mêtinger qebûl nekirine, red kirine. Ji ber vê sedemê, li gorî civakên din, jinên Kurd di dîrokê de bi roleke diyarker rabûne. Di qonaxên dema pêş ên dîrokê de herçiqasî Kurdistan hatibe parçekirin û ji aliyê navendên desthilatdariyê yên cuda ve hatibe rêvebirin jî jina Kurd karîbûye welatparêzî û berxwedêriya di cewherê xwe de biparêze.”
Di dîroka Kurdistanê de bêhejmar serhildanên Kurd û Kurdistaniyan hene. Jinên Kurd û Kurdistanî jî weke qehremanên bênav ên dîrokê beşdarî van berxwedanan bûne. Zarîfeya Koçgiriyê, di serhildana Agiriyê de Yaşar Xanim, di serhildana Dêrsimê de Besê, li Mahabadê Mîna Xanim û heta bi Leyla Qasim a Kerkûkî û dîsa li Başûrê Kurdistanê şervana Asûrî Margaret Şelo û heta Meya Xatûn a di yekbûn û parastina Êzîdiyan de bi roleke mezin rabû, gelek jinên Kurd û Kurdistanî di nuqteya hevpar azadiyê de canê xwe feda kirine. Li dijî her cure paşverûtiyê di asta herî jor a têkoşînê de Bêrîtanê (Gulnaz Karataş) li ber xwe daye û li dijî teslîmiyetê rawestiyaye. Zîlanê (Zeynep Kinaci) xwesteka azadiyê ya jina Kurd bi kesayet û bedena xwe ya kir sîleh û bi serê dijminên gelê Kurd teqand û kir ku ti carî ji bîr nekin. Ji ber çanda namûsê ya jinê weke milkê mêr dibîne li Kurdistanê bêhejmar jin hatine kuştin. Berdêlî, qelen, sunnetkirin, zewaca bi pirr jinan re, zewaca bi darê zorê û zewaca bi temenê piçûk û kuştina jinan li ser navê namûs û rêûresmê weke rûreşiyeke sedsalê dewam dikin. Lê jinê ti carî serê xwe li ber vê rêveçûn û rewşa nemirovane netewand.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo tespîta “garantiya demokrasiya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng jin in” bi cih bîne heta îro bi ked û hewldaneke bêhempa azadiya jinê li Kurdistanê kiriye pîvana civakbûnê. Bi bandora vê piştgiriya insanî jinên Kurd û Kurdistanî îro ji civakê heta bi siyasetê, ji hunerê heta bi medyayê bi nasnameya xwe ya azad di Kurdistana sedsala 21. de bûne xwedî cihekî hemdem û pêşeng. Bi jinên nasnameyên navbihurî re rêxistiniyên hevpar pêk tîne û tevlîbûna wan a nava Xebatên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê weke erkeke demokrasiyê qebûl dike.
Ji ber ku di avakirina Kurdistana azad de jinên Kurd û Kurdistanî bi avakirina demokrasiya civakî erkdar û berpirsiyar in, gelekî girîng e ku di navbera parçeyan de tevneke xurt a rêxistinî û bîreweriyê ya xebata hevbeş û diyalogê pêk bînin. Ji dîrokê heta roja me ya îro jinên Kurd li tevahî nirx, çand û zimanê gelê Kurd xwedî derketine û li hemberî hemû amûrên zorê yên hêzên mêtingeriyê parastine û ji tinebûnê xilas kirine.

BRUKSEL




Serdanên KNK ji bo konferansê didomin

Serdanên heyeta KNK'ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê ya ji bo amadekariya Konferansa Neteweyî ya Kurdistan berdevam dike.
Heyetê îro Komele Îslamî ye Kurdistanê ziyaret kir. Heyet ji aliye Endamê Revebirî û Parlamenterê Herema Federal a Kurdistan Bilal Silemanî, Endamê Revebir ê Komala Selîm Koyî û Endamê Şûra ye Navêndî ye Komala Mamostê Nabiz hate pêşvazîkirin. Li ser navê heyetê Endamê Revebirî ye KNK Celal Kemalîzadê axivî. Kemalîzade, destnîşankir ku ev dixwazin hemû hêz di nav konferansê de hebin û konferans encamek baş derxe. Kemalîzade anî ziman ku hinek derdor dixwazin armanca wê konferansê wala derxin û wiha berdewam kir: “Em heta înkara dewletên devr û berê Kurdistanê dijî Kurdan berdevam bikê qabûl nakin ku ev dewlet çavderî ji wê konferansê re bikin. Em ne li dijî wan dewleta ne. Em dijiyatî siyasêta tûnekirinê ku dijî Kurdan tê kirin dikin. Divê ev deshilat êdî bi reyek aştiyanê Kurdan û mafê rewa ye Kurdan qebûl bikin”
Kemalîzade da zanîn ku ji bo Kurdan yekgirtin û yekrezî ji her demê girîngtirê û wiha dirêjî da axaftina xwe: ”Em ji bo wê kar dikin ku ev konferans bi beşdariya hemû hezên Kurdan kom bibe û bo Kurdan destkeftiyek mezin dest bixe” Li ser navê Komêla Îslamî ya Kurdistan Endamê Parlamena Kurdistan Bilal Silemanî jî da zanîn ku ev jî dixwazin konferans tenê aliyek siyasî esas negirê û bi beşdariya hemû aliyen Kurdan bê lidarxistin û wiha got: “Ev konferans ger ku çend hizban esas bigire nabê konferansa neteweyî. Ger ku hemû aliyan beşdar bibin ye bibe konferansek neteweyî ya hemû gele Kurd.”

HEWLÊR




Jin hêza sereke ne

Em weke jin bang li tevahî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û yekîtiyên dînî yên Xebatên Yekîtiya Neteweyî di asta stratejîk de girîng dibînin, dikin:
* Li Kurdistanê tu biryar bêyî îradeya jinê divê neyê dayîn,
* Li Kurdistanê divê bi giştî pratîka hêzên demokratîk ên sivîl û polîtîk bi berjewendî û xwestekên azadiyê yên giştî yên tevahiya jinên Kurdistanê re çep nekevin,
* Di xebatên Yekitiya Neteweyî de divê temsîla demokratîk a jinê esas be,
* Bi tevahî hêzên Kurd ên di asta stratejîk de nêzî xebatên Yekitiya Neteweyî dibin, berî her tiştî li parçeyê Kurdistanê yê lê ne û li dîasporayê; divê li dijî her cure cihêkarî û paşverûtiya li beramberî jinê weke erkeke civakî û stratejîk têbikoşin,
* Bi tevahî hêzên civaka sivîl û siyasî, divê kuştinên jinan ên di bin navê namûs, rêûresm û toreyê de rewa dikin sûc bihesibînin,
* Divê nêzîkatiyên teng ên pêşî li xebatê Konferansa Jinan a Neteweyî ya Kurdistanê digirin bêne terikandin û konferans bi lez bê bi cihanîn,
* Pêşî piştgirê çalak ê jinan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê ji bo serbestberdana tevahî girtiyên siyasî yên li hemû parçeyan têkoşîneke bi tesîr bê meşandin,
* Bi tevahî jinên Kurd bêyî li cihêrengiya etnîk û dînî binêrin divê bi yek bin,
* Jinên Kurd li Kurdistana ku welatiyê wê ne, ji bo civandina Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ku wê piştgirî û yekîtiya hemû hêzên demokratîk ên li welêt temsîl bike, bi awayekî çalak hewl bidin,
* Jinên Kurd li dijî asîmîlasyona Kurdî û zimanên din ên dayikê bibin xwedî helwesteke bi tesîr, bi zarokên xwe re bi zimanê wan ê dayikê û zimanê neteweyî bipeyivin û bi vî awayî asîmîlasyona dewletên mêtinger dimeşînin pûç bikin.