Akbayîr destnîşan kir ku biryara Almanyayê û helwesta wê dê ji bo Ewropayê bibe nerm û wiha got: “Em li mafê xwe digerin. Armanca me ew e ku 50 hezar kes tevli kampanyayê bibin.” Di berdewama axaftina xwe de Akbayir, diyar kir ku destpêka kampanyayê û li Kurdistanê îlankirina xweseriya demokratîk rastî heman demê hatiye û ev herdû tişt wê hevdû temam bikin. Akbayir di vî warî de ev tişt gotin: “Komên koçber ên li Elmanyê bi zimanê xwe yê zikmakî tên qebûlkirin. Lê Kurd bi ser nasnameya Tirk de tên nasîn. Ji ber vê jî Kurd nikarin ji gelek mafan siûd bigirin.
‘Bila nasnameyê qebûl bikin’
Akbayir xwest ku li Almanyayê Kurd bi nasnameya xwe bên nasîn û wiha pêde çû: “Kurd jixwe li Tirkiyeyê bi nasnameya tirk dibin welatî. Dema derdikevin derva jî vî şiklî tên qebûlkirin. Jixwe ew ji ber vê nasnameyê derketine derva, çima Ewropa vê qebûl bike kû. Niha ji xwe li hin eyaletan dersên Kurdî tên dayîn. Madem tiştek wiha heye, ziman tê qebûlkirin bila nasname jî bê qebûlkirin. Em dixwazin bi nasname û çanda xwe bijîn. Ji bilî vê tu daxwazên me tunenin. Kampanya jî ji bo vê hatiye lidarxistin.”
Akbayir, diyar kir ku li Eyaleta Ren a Bakûr a Almanyayê 80 hezar Kurd dijîn û di çarçoveya vê hejmarê de li gorî zagonê divê nasname bê qebûlkirin. Akbayir, bilêv kir ku îmzeyên hatine vêdan wê bidin meclîsên eyalet û federal. Akbayir, ev tişt gotin: “Li gorî zagonê divê ev daxwaza me bê qebûlkirin. Lê ji ber têkiliyên bi Tirkiyeyê re rewş wê çewa be em nizanin. Eger ev yek were qebûlkirin Kurd wê gelek mafên girîng bidestbixin. Wekî mînak wê pasaportên li gorî nasnameya wan dê hebe. Dê bikaribin bi vî zimanî bibin xwedî televîzyon. Me niha tenê li Almanyayê ev kampaya daye destpêkirin, piştre em dê li tevahiya Ewropayê jî bidin destpêkirin. Ev kampanya wê ji bo hemû Ewropayê bibe nerm.” Akbayir, di dawiya axaftina xwe da zanîn ku li parlamentoya Elman gelek parlamenterên ji partiyên cuda jî piştgiriyê didin wan û li bendê ne ku daxwaza wan bê qebûlkirin. Her wiha kampanya bi hevkariya rêxistinên wekî YEK-KOM, ATÎF, AGÎF, Karawane û hemû rêxistinên Kurdan yên li Almanya ve tê meşandin.
RAWÎN STERK - ANF-DUSSELDORF