KJB’ê di daxuyaniyê de wiha got: “ Em komploya navnetweî ya di navbera DYA, Israîl, YE, Rusya û Yewnanîstanê de pêk hatine lanet dikin. Komplo di şexsê Ocalan de li hemberî nasnameya azad, nirxên mirovaî, demokrasî, sosyalîzm de êrîşeke îdeolojîk bû. Hêzên komploger ji bo berjwendiyÊn xwe  yên aborî û siyasî yên qirêj tasfiyekirina tevgera me û qetikirina gelê me hedef kiriye. Di serî de berxwedana Serokatiya me, bi hezaran ciwan û zarok û jinan bi şîara ‘Hun nekarin roja met arî bikin’ bedena xwe dan ber agir û çalakiyên fedayî pêk anîn. Bi van çalakiyan komplo vala derxistin.  Li dijî komployê  berxwedanên ‘hun nekrain roja me tarî bikin’ û hevala Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo me xeter û em wan careke din rêz bibîrtînin. Em berxwedana Serokatiya xwe û dîsa ya gelê xwe û jinên Kurd slav dikin. “
KJB’ê da zanîn ku îro jî komplo didome û wiha got: “Serokatiya me îro di îşkecexaneya Îmraliyê de têkoşoneke mezin dide. Di şert û mercên Îmraliyê de îradeyeke bê hempa nîşan dide. Hêzên persal vê wekê asteng ji xwe re dibîne û êrîş dikin. Ev salek û nîve serokatiya me di bin tecrîdeke giran de dijî. Her wiha li hemberî gelê me û hêzên gerîlan jî êrîş bê navber didomin.  Jin û ciwanên Kurd divê di 14’emîn salvegera komployê de li her qadê bi hêzeke mezin berxwe bibin û têkoşîna xwe bilin d bikin. Li dijî pergal û zextên li ser Serokatî û gelê me divê têkoşîn berfirehtir bibe û divê em pergala îmraliyê di dîrokê de wenda bikin. “ 

ANF/BEHDÎNAN




'Rêber Apo azad bikin'

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê di civîna heftane de ku wek kevneşopiyekê her hefte mijarek tê destgirtin, di civîna duh de 15'ê Sibatê hat şermezarkirin, axaftin hat kirin û der barê 15'ê Sibatê de sînevîzyon hat temaşekirin.
Civîn bi beşdariya girseyeke qelebalix û bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çinar Mardîn di destpêka axaftina xwe de 15'ê Sibatê şermezar kir û wiha axivî: “Hêzên serwer ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro, ji bo welatê gelê Kurd dagir bikin her tim êrîşî xak û gelê Kurd kirine û bi komployan xwestina îrade û hêviyên gelê Kurd tune bikin. Dijmin, hêzên navneteweyî û yên herêmê li hemberî Rêber Apo komployek pêş xistin. Lê belê, Rêber Apo bi şoreşa zîhniyetê ev komplo vala derxist. Felsefe, raman û bîrdoziya Rêber Apo gelê Kurd pêş xist û aniye ber keviya azadiyê.”
Mardîn di axaftina xwe de got ku bi dehan mirovên Kurd ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd bedena xwe dan ber agir û çalakiyên fedayî pêk anîn û wiha berdewam kir: “Ew hevalên me li derdora Rêberê me bûn xelekek ji agir. Bi şîara “Kes Nikare Roja Me Tarî me” asta berxwedanê derket asta herî jor. Vê helwesta bi heybet nîşanî komplogeran da ku kes nikare me ji Rêberê me qut bike.” Çinar Mardîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 14’emîn Salvegera Komploya Navneteweyî de ji bo em Rêberê xwe azad bikin divê em biçin ser kêmasiyên xwe, bi ruh û îradeya ku em ji felsefe û ramanên Rêber Apo digirin, ji hêz û îradeya ku em ji şehîdên xwe digirin em ê Rêber Apo azad bikin û gelê Kurd we bi Rêberê xwe li ser xaka xwe ya azad û pîroz bijî.”
Piştî axaftina Çinar Mardîn sînevîzyona der barê 15’ê Sibatê de hat temaşekirin û civîn bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” , Şehîd Namirin” bi dawî bû.

DÎHA/MEXMÛR