'Rastiya Kurdan hêna qebûl nakin'
Hisên Koçer der barê vekirina dibistanên Kurdî yên li Sûriyeyê de got; “Vekirina dibistanên Kurdî yek ji hêvî û xewnên gelê Kurd bûn, bi derfetên xwe yên kêm, bi destê dayîk û zarokên biçûk kevirên bingehîn yên van dibistanan hatin danîn. Ev xewna ku pêkanîna wê weke hesretekî di dilê me hemûyan de mabû, me xwest vê xewnê bikin hebûneke rastîn. Rejîma deshilat, heta weke niha rojekî hebûna rastiya gelê Kurd nepejirandiye û her kes dizanê ku ev rejîm ne xwediyê wê çanda demokratik e ku xebatên me yê vekirina dibistanan jê re bibe mal.”
Koçer destnîşan kir gelek leystok hebûn dixwestin gelê Kurd bixin bin xizmeta xwe û wiha domand; “Li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin, ev weke konseptekî kevne ku dixwazin Kurdan ji hemû nirxên wan yên civakî, aborî, xwezayî, huner û mirovahî dûr bikin. Bi giştî li dijî hebûna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê van kirdarên dijminatiyê bi kar tînin, em weke Tevgera Civaka Demokratîk, rêxistina me heye, siyaseteke me heye, çand û toreyên me ku cûdabûna me diyar dike heye, hildana alên Kurdî di xwepêşandanan de, nasnameya me weke gelê Kurd diyar dike.”
Koçer diyar kir ku; “ Destwerdana ji derve, ger çêbibe, bi xwe re, bi hezaran kuştin, koçberî, talanî, têkçûna saziyên bingehîn û şerekî bê kontirol tîne.
XERÎB CAN - DÎHA/HEWLÊR