Endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) piştî ku îmzeyên ji bo vekirina „Malên Piştgiriyê yên Jinan“ top kir û pêşwazî şaredariyan kir kampanyaya duyemîn da destpêkirin. Kampanyaya „Deng bide, şîdeta bide rawestandin, li dijî şîdetê mîlyonek îmze“ dê heta 27’ê mîjdarê bidome, îmzeyên ku bêne komkirin jî dê ji meclîsê re bên şandin. Endamên SKM’ê ku li Qada Kîlîse ya Kadikoye hatin ba hev starta kampanyayê bi konê ku vekirin ve dan. Jinan wêneyên jinên ku ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin û darbestên sembolîk danîn qadê. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan.

Di nava 6 mehan de 150 jin hatin kuştin
Li vir li ser navê endamên SKM’ê Tugba Gumuş daxuyanî da û diyar kir ku di nava 6 mehên dawî de 150 jin hatin qetilkirin û xwest saziyên dewletê ji bo ku şîdet bê rawestandin sererastkirinan bikin.
Gumuş daxuyand ku ew ê îmzeyên ku kom kirine ji meclîsê re bîşinin û daxwazên jinan wiha anî ziman: „Divê tehrîka bêmaf ji TCK bê derxistin. Kuştinên di bin navê namûsê de divê weke ‘bi qestî mirov kuştin’ di TCK’ê cih bigire. Divê ‘Malên Piştgiriyê yên Jinan’ ji aliyê şaredariyan ve bênv ekirin û ji bo kontrola rêxistinên jinan bên vekirin. Divê Wezareta Jinan bê damezirandin.“

Piştî daxuyaniyê jinan pankarta „5 deqîqe tu jî rûnê“ vekirin û çalakiya rûniştinê ya 3 saetên dan destpêkirin. Jin û zilamên ku li qadê derbas dibûn eleqeyeke mezin nîşanî çalakiye dan.

STENBOL