
‘Komplo berfirehtir û girantir bûye’
KNK’ê diyar kir ku AKP’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir kiriye û wiha hate gotin: “AKP’ê û dewleta tirk, li dijî Rêberê Hereketa Azadiya Kurd Abdullah Ocalan jî, siyaseta tecrîda giran bêhtirîn giran kirin û 8’emîn car in ku çûna parêzeran û hevdîtina bi Ocalan re asteng kirin. Ev kiryarên hovane û kîndarî, teva didine xuya kirin ku komploya navneteweyî berfirehtir û dijwartir dewam dike.”
KNK’ê dayik û ciwan silav kirin
KNK’ê diyar kir ku hemû perçeyên Kurdistanê Kurd rabûne ser piyan û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em weke KNK, pêşî Dayikên Aştiyê ku wek Mertalên Zindî çûna ser sinor û pêşengiya Mertalên Zindî kirin; ciwan, jin û gelê Başûrê Kurdistanê ku li her bajar û navçeyan raperîna li dijî êrîşên dagirkerî dane dest pê kirin û wek Mertalên Zindî çûne Qendîlê, berxwedana girtiyên azadiyê di zindanên dagirkerên Kurdistanê, yên Iran, Suriye û Tirkiyê de bi dilsozî silav dikin.Di heman demê de, em, berxwedan gerilayên Kurd û gundiyên li Herêmên Parastina Medya ku bi cengawerî li dijî êrîşên hovane yê qirkirina dewletên dagirker, berxwedan kirin, bi dilsozî silav dikin.”
KNK’ê da danîn ku êdî li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, tiştek weke berê namîne û rewş hatiye guhertin û wiha hate gotin: “Êdî Kurd jî, li herêmê xwedî îrade ne û pêwiste hêzên dagirker û dewletên herêmê û cîhan teva îradeya gelê Kurd li ber çavan bigire û li hemberî hebûna gelê Kurd û mafên gelê Kurd bi rêz bin.” KNK’ê bibîrxist ku divê siyasetmedarên Kurd helwesta gel û raperîna şoreşgerî ya gelê Kurd baş fêm bike û li gorî wî tevbigerin.
KNK’ê got ku peyama gelê Kurd di çarçoveya pêkanîna Konferansa Neteweyî de, di parastina destketiyên Kurd de û xwedî derketina li çarenûsa tevahiya gelê Kurd dinirxînin û dibêjin; çarenûsa 4 parçeyên Kurdistanê jî bi hevûdin ve girêdayî ye. Azadiya Kurd, jiyana bi rûmet ya paşerojan û berteref kirina êrîşên dijminên dagirker jî, di pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ve girêdayî ye.
BRUKSEL