Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana di hevpeyvîna daye Rûdawê de rewşa bakûrê Kurdistanê, rewşa Ocalan û Kongreya Neteweyî ya Kurdan nirxand.
Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9 meh in hevdîtin pêre pêk nayê û got; “Giliyên min li hemû aliyên Kurdan hene. Divê êdî Kurd xwedî li Ocalan derbikevin… Divê rêberên Herêma Kurdistanê bi aşkereyî daxwaza azadkirina Ocalan bikin.” Zana bi taybet bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku bikeve nava hewldanan.
 
Konferansa neteweyî...


Zana bersiv da pirsa li ser sazkirina Konferansa Neteweyî ya Kurdan û got; “Her dema ku biryarek bê dayin, divê bandora xwe li ser civakê pêk bîne. Eger konferans bû xwesteka gel, dê siyasetmedar neçar bibin vê konferansê saz bikin. Niha bingeha vê konferansê di nava civakê de ava bûye. Lê konferensa netewî xwedî mercên xweser e, ew jî ew e ku aliyên Kurd behsa tiştên wisa nekin û bêjin ev pêk nayê. Rast e, her partiyeke siyasî hêlên xwe yên sor hene, lê ji bo sazkirina konferansê nabe tu partiyek behsa hêlên xwe yên sor bike, lê divê behsa hêlên sor ên neteweyî bê kirin. Her wiha divê nasname, netewe, aborî û çanda Kurdî biparêzin û xebatê jê re bikin. Niha her partî û rêxistineke Kurdî dibêje ez dikarim vê bo gelê Kurd bi cî bikim. Lê wan ev yek nekiriye. Loma divê komîteyek bê avakirin ku xebatê ji bo tU partiyekê neke û li ser amadekariyên lidarxistina konferensa nateweyî bi wijdan tevbigere.”

'Daxwazkirina azadiya Ocalan ferz e'


Leyla Zana, bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9 meh in hevdîtin pêre pêk nayê û got; “Giliyên min li hemû aliyên Kurdan hene. Divê êdî Kurd xwedî li Ocalan derbikevin. Divê Bakûr jî û Başûr jî êdî daxwaza azadkirina kesayetek wiha bike. Divê rêberên Herêma Kurdistanê bi aşkereyî daxwaza azadkirina Ocalan bikin.”
Zana bi taybet bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku bikeve nava hewldanan û got; “Pêwîst e Kek Mesûd Barzanî qet nebe di ragihandinê bêje ‘Çima ev 9 meh in qet agahî ji Ocalan nayê gitin?’ Eve xweşiyeke ji bo hemû Kurdan e.”


ANF/HEWLÊR