Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallîm ji ber êrîşên li hemberî nunertiyên welatan ên li Sûriyeyê pêk hat lêborîn xwest, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu gef li Sûriyeyê xwar, Rûsyayê biryara cemidandina endamtiya Sûriyeyê ya ji aliyê Yekitiya Ereban ve şermezar kir. Fîlozofê fransî yê ku di dema êrîşa li ser Lîbyayê de şêwirmendiya Serokomarê Franseyê Nicolas Sarkozy kir Bernard Henri Lévy, dibêje ku êdî dor hatiye Beşar Esad. Rojava zextên xwe yên li ser Sûriyeyê dişidîne. Yekitiya Ewropayê biryarên danekirinên nû girt, daxuyanî li ser daxuyanî ji bo Sûriyeyê tên dayîn. Jixwe piştî şerê 7 mehan rêberê Lîbyayê Muamer Qeddafî ji aliyê NATO’yê ve hate giritn û înfazkirin, êdî awir zivirîne ser Sûriye û Îranê.

'Dor hatiye Esad'

Fîlozofê fransî yê ku di dema êrîşa li ser Lîbyayê de şêwirmendiya Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy kir Bernard Henri Lévy, dibêje ku êdî dor hatiye Beşar Esad. Bernard Henri Lévy (BHL), di navbera Sarkozy û Konseya Neteweyî ya Demkî ya Lîbyayê de navbeykarî kiribû. Di kêliyên ku Yekitiya Ewropayê ji bo pêkanîna danekirinên nû de, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîm civînek çapemeniyê li dar xist û got ku Sûriye ne Lîbya ye. Mûallîm got ku Yekitiya Ereban jî têrê nekir  û rexneyên xwe wiha anî ziman: “Ligel her tiştê jî dîsa Sûriye keleha ereban e. Tiştên ku diqewimin ne ewqas mezin in ku gelê Sûriyeyê bixin nava gumanan. Danekirinên DYA’yê û Rojava bandorê li Sûriyeyê nakin.”

Danekirinên nû 

Li gorî nûçeya AFP dispêre çavkaniyeke dîplomatîk YE’yê biryar da ku danekirinên nû li hemberî 18 rayedarên Sûriyeyê yên ku zextan dikin pêk bîne û biryar da ku deynên ku Ewropa bide vî welatî bêne cemidandin. Hate diyarkirin ku di vî warî de di navbera nunerên welatên YE’yê de hevpeymaniyek pêk hatiye û divê ev biryar di civîna YE’yê ya ku wê li Brukselê pêk bê de ji aliyê Wezîrên Karên Derve yên YE’yê ve bê erêkirin.
Mûallîm diyar kir ku biryara ku Yekitiya Ereban wergirt “rêziknameyê bin pê dike” û wiha axivî: “Piştî cemidandina endamtiya Sûriyeyê, em nikarin bi awayeke germ nêzî pêkanîna pêşniyara çareser bibin. Gava vê biryarê girtin, diviyabû li hemberî rewşa ku em têde bûn rêzdar bûna” û wiha domand; “Sûriye di rojên teng de jî di ferqa endamtiya Yekitiya Ereban de ye. Sûriye hewl dide ku gelek planên reformê bi riya diyalogê bixe meriyetê. Wê reformên me jî bidome.” Mûallîm diyar kir ku Sûriye ber bi dawiya krîzê ve tê.

Di zext û danekirinê li hemberî Sûriyeyê de herî zêde Tirkiye derdikeve pêş. Bi piştgiriya Rojava, Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê li Stenbolê hate damezrandin. Nunerên Konseyê ji Davutoglu xwestin ku nûnertiyeke Konseyê li Tirkiyeyê were vekirin.Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî biryara cemidandina endamtiya Sûriyeyê ya ji aliyê Yekitiya Ereban ve şermezar kir û got; “Tedbîrek ne rast e”.


Hin peymanê asteng dikin
Lavrov diyar kir ku hin alî hene ku ji bo peymanên navxweyî yên di navbera sûriyeyiyan bi xwe de asteng bikin, her tiştê dikin.Lavrov diyar kir ku wê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Stenbolê hate damezrandin di 15’ê mijdarê de ango  îro bê serdana Rûsyayê. Rûsya zextên li ser Sûriyeyê şermezar dike û li hemberî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY’ê radibe.

Rojavahî dixwazin Beşar Esad biçe. Li gorî daneyên NY’ê ji 15’ê adarê heta niha zêdetirê 3 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dane. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî sedema ku Iraqê cemidandina endamtiya Sûriyeyê erê nekir, vegot û diyar kir ku ev bûyerên li welatê cîran diqewimin, yekser Iraqê jî bandor dikin. Zêbarî got; “Helwesta me ne ewqas hêsan e. Sûriye li herêmê welatek girîng ê bira ye û em bi hev re di nava têkiliyên xurt de ne. Gava ku welatê me di tengasiyê de bû, bi sedhezaran welatiyên me hewand.

ANF/ BRUKSEL




Zêtedirê 70 kes hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê pêr di encama operasyon û pevçûnan de zêdetirê 70 kes hatin kuştin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku duh li cihên cuda yên vî welatî di encama pevçûnên di navbera muxalîf û hêzên ewlehiyê de zêdetirê 70 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rêxistinê bilêv kir ku di nava kesên hatine kuştin de, sivîl, hêzên ewlehiyê û leşkerên alî guhertine hene. Di aliyê din de ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA'yê destnîşan kir ku duh li bajarên Dera û Îdlîbê di encama êrîşa li hemberî hêzên ewheyî ya bi çek de 2 endamên hêzên newlehiyê û kelek kesên bi çek jiyana xwe ji dest dane.