
Serokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûrat Karayilan 31’emîn salvegera 12’ê Îlonê jî nirxand û derbarê planên AKP’ê û hevdîtin di dema dawîn de bi rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê re jî pêk tên vegot. Karayilan bal kişand ser tecrîda ku bi destê AKP’ê li ser Ocalan tê meşandin û got lîstikên gelek xeter tên lîstin.
Karayilan bal kişand ser darbeya 12’ê Îlonê û anî ziman ku ew darbe li dijî azadbûna gelan darbeya Gladyoya NATO’yê bû û i serî de li zindana Amedê li hemû Kurdistanê û li Tirkiyeyê hovîtiyek pêk hat û wiha got: “Li ser Kurdan asîmilasyoneke nedîtî hate ferzkirin. Bi taybetî di zindanan de ev hovîtî hat rewşeke wisa ku rûmeta mirovahiyê kirin ber lingan.” Karayilan anî zimên ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê hamleya 15’ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye û pêngava 15’ê Tebaxê pergala darbekar derizand.
‘AKP bi xeter tevdigere’
Karayilan der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan de jî wiha axivî: “AKP bi rastî jî gelekî bi xeter tevdigere. Dixwaze hesasiyetan binpê bike û di civakê de bê hestiyarî pêk bîne. Tiştê ku xeter e jî ev e. Ji bo civaka Kurdan rola Rêber Apo baş dizanin. Digel vê jî ev 47 roj in nahêlin hevdîtin pêk werin. Kes nizane çi ye rewşa Rêber Apo. Devê mirov nagere, lê kes nizane çi bûye. Ev şerekî psîkolojîk e. Dixwazin bi vî awayî rencîde bikin û paşde gavan bidin avêtin. Li hember herkesî bi awayekî bêpîvan tevdigerin. Ya xeter ev e.”
Karayilan kirinên salên 1990’î bibîrxist û got ku AKP’e jî bêhiqûqî ji xwe re kiriye şêweyek û wiha pê de çû: “Çi aleqe heye ku nahêle rêbertiya me bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. dizagonên wan de hen û pêk naynin çima? Ev yek bi awayekî aşkera zordarî û tehrîqkarî ye.”
Murat Karayilan AKP her ku diçe nîjadperest dibe û serî rêbazên şîdetê dide û wiha got: “Dewlet bû AKP’î, AKP bû dewlet. Di rewşeka asayî de partiyeke ku nîve nîv denga bigire divê pirsgirêkên welêt çêtir bibîne lê AKP’ê berê xwe da şîdetê. Niha jî dibêje ‘ez ê şîdetê ji desthilatên berê cudatir pêk bînim û encamekê bi dest bixim’. Konsepta wan ev e. Ev teslîmiyeteke ku ji me dixwazin e.” Karayilan anî zimên ku AKP dîktatorî tevdigere û dibêje çi bibêjim ew ê wisa be û dema Ocalan protokol pêşkeşî wan kir rûyê wan ê rastîn derket holê. Karayilan got Ocalan bang li serokwezîr Erdogan kiriye, lê Erdogan bersiv nedaye vê bangê.
Karayilan da zanin ku AKP’ê ji zivistanê de biryara şer dabû û ew ê ligel Îranê operasyoneke hevkar a li dijî PKK’ê pêk bianîya dabûn lê niha ev plan têk çûye û konsepta AKP’ê wiha vegot: “Hilweşandina PKK’ê! Mînakên wekî qetlîama Srî Lankayê derxistin holê. Gotin ew ê bikaribin wekî Srî Lankiyan PKK’ê qetil bike û bigihîjin armanca xwe. Bûyera Farqînê kirin hincet. Tu aleqeya vê konseptê bi bûyera Farqînê re nîn e. Gotin emê PKK’ê teslîm bigirin, lê her kes dizane ku hikumetên beriya wê jî ev yek gelek ceriband lê bi ser neketin. Hin rtojnamegeran nivîsî PKK şaşiyan dike, serî li şîdetê dide û ew ê xwe bi xwe biqede. Ev ne rast in. Yên ku şîdetê dixwazin ne PKK ye û qedandina PKK’ê ya bi şîdetê jî ne mumkin e.”
Hesabê AKP’ê
Karayilan der barê hesabên AKP’ê ev tişt got: “Serokatî wê bê bêdengkirin, têkiliya wî bi civakê re qut bikin, , rista wî ya rênîşandêriyê dê bê astengkirin; rêveberî wê were çewisandin û rastî sûîkastan werin, bi vî awayî navenda rêvebirinê ew ê bê tesîr bê hiştin û bê tasfiyekirin. Ev şerekî psîkolojîk e. vê yekê jî di ser rojnameyên Fethulahiyan re ji raya giştî re dixwazin ragihînin. Niha di şexsê serokatiyê de li ser hemû gelê Kurd êrîşek heye. AKP’ê şîdet xistiye rojeva xwe.”
Lozana duyem...
Serokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Karayilan got ku biryar û polîtîkayeke heye ku biryara tasfiyekirinê tenê ya AKP’ê nîne û ya hêzên dagirker ên kolonyalîst in û wiha axivî: “Naxwazin Kurd wekî hêzekê di nûkirina Rojhilata Navîn de cî bigirin û bibin xwedî gotin. Dixwazin çavên Kurdan bitirsînin û peyamê bidin her kesî. Tevgera çewisandina Kurdan a beriya Lozaneke duyem li holê ye niha. Armanca wan ev e. Rastiya AKP’ê jî ev e.”
Karayilan got xwe bawer in û şîdeta AKP’ê dê bêencam bimîne û wiha pê de çû: “Xuya ye ku AKP dixwaze şîdeta xwe heta Başûrê Kurdistanê bibe. Dikarin êrîş jî bikin. Lê aşkere ye ku ew ê tu tiştî bi dest nexin. Em bi xwe bawer in ku em ê hemû êrîşên wan bêencam bihêlin.
Xwestin bi Îranê tiştekî bidin kirin bi berxwedana PJAK’ê Îran sekinî û agirbest îlan kir.”
Karayilan got girîngiyê dide axaftinên Mesud Barzanî û wiha axivî: “Ez girîngiyê didim gotinên serokê Herêma Federal a Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ku gotibû, ‘Em ji bo ku ev kêşe bi aştiyane were çareserkirin amade ne ristê hildin û ji bo çareseriyê bangê li her du aliyan jî didin’. Ez jî beşdarî gotinên birêz Barzanî dibim. Lê belê rastiyek wisa jî heye ku me şer neda destpêkirin. Wekî ku em tenê têkoşîneke çekdarî didin bila neyê fêmkirin.”
‘AKP’ê biryara şer daye’
Karayilan anî zimên ku hukimeta AKP’ê biryara şerr daye û teslîmiyetê didin ferzkirin û wiha pê de çû: “ Em ê teslîmî wan nebin. Heger em tiştên ku AKP dixwaze bikin ev yek zirara hemû Kurdan e. Ji bo Kurdan tu tiştek li ser hev namîne. Ne statu, ne kîmlik, hem li Bakur hem jî li Başûr Kurd dê di bin tehdîteke xerabtir de bin. AKP vê yekê dixwaze. Dixwaze ku Kurd bê îrade bibin û çewisandina xwe li ser Kurdan tundtir bikin.”
Karayilan di berdawama axaftina xwe de got neçar in li hember êrîşên AKP’ê xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Em neçar in ku xwe li hember êrîşên AKP’ê biparêzin. Heger em vê yekê nekin bi ya min mafên Kurdan di xeteriyeke mezin de ne. Lewma jî em careke din bang li siyasetmedarên Kurdan dikin ku li hemberî siyaseta AKP’ê û konsepta giştî bi awayekî yekgirtî tevbigerin.” Karayilan got divê Kurd bi awayekî giştî polîtîkayeke xwe ya hevpar ku hemû destkeftî û mafên Kurdan biparêze jî hebe û helwesta gelê Başûr yên demên dawî hêjayî pesindayînê ye. Her wisa Karayilan silav li sazî û dezgehên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî kolonîst û dagirkeran digel zirardîtinan jî serî netewandine kir.
Barga têkoşînê
Karayilan banga têkoşînê kir û wiha got: “Belkî dewlet li ser Rêberê me tecrîdê pêk tîne, polîtîkayeke berfireh a tasfiyekirinê li dijî tevgera me dide destpêkirin. Ji ber vê yêkê jî divê ciwanên Kurd, jin û hemû girseyên gel li dijî faşîzma AKP’ê di nava liv û tevgerê de be. Roj roja çalakiyê ye! Roj ne roja bêdengiyê ye. Divê hemû gelê me dengê xwe berz bike û li rêbertiyê xwedî derkeve.” Karayilan wekî gotinên dawîn anî zimên û ji gelê Kurd re destnîşan kir ku êrîş bi çi awayî û çi cureyî ji ku de were bila were ew li ser wê baweriyê ne ku xwedîhêz in ku wan êrîşan berteraf bikin.
ANF/BEHDÎNAN