Sancar, xwest ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rolê xwe baştir bilîze divê ‘Konseya Aştiyê’ bê amadekirin.
Hindekarê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar, li ser helwesta AKP’ê û mîsyonê Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nirxandinên girîng kirin. Sancar, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê dixwaze Tirkiye têxe riya bêçareseriyê û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di navbera dewlet û PKK’ê de gelek girîng e.”
Sancar, bal kişand ser qutkirina hevdîtinên di nava PKK’ê û devletê de û wiha axivî: “Ger ku dê ev pirsgirêk çareser bibe divê her du alî li hev rûnên. Ji bo vê yekê jî rolê nûner û muhataban girîng e. Li ser vê mijarê rolê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîng e. Heta niha rolê Ocalan lîst li ser kadro û rêxistina çekdarî bandorek mezin çêkir. Ocalan hêjî xwedî rolekî mezin e. Divê di hevditinan de zelalî hebe. Divê ji her kesî re vekirî pêk bên. Heta niha kî li ser çi bingehî bi Ocalan re axivîne û çi gotine ne diyar e. Li ser navê dewletê û hikûmetê kî bi çi armancê axivîne ne zelal e.”
Sancar, destnîşan kir ku ji bo Ocalan karibe rolê xwe baş bilîze divê Konseyek Aştiyê bê avakirin û lijneya serbixwe karibe têkeve nava hewldanan. Sancar, balk kişand ser pêvajoya Îrlandayê û wiha got: “Ji Afrîkaya Başûr mirov hebûn. Çavdêrên DYA’yê yên pêvajoyê nerm bike hebûn. Divê li Tirkiyeyê jî heyekek navneteweyî bê avakirin û karibe navbênkariyê bike. Divê Konseya Aştiyê ango Qasidê Aştiyê bê avakirin. Di vê pêvajoyê de pevçûn û êrîşên çekdarî li pêş pêvajo û aştiyê dibin asteng.”
Sancar bal kişand ser makeqanûna nû jî û wiha berdewam kir: “Divê makeqanûna nû rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê veke. Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê makeqanûn bê guhertin. Ji bo vê yekê jî makeqanûnek ku bibe bersîva her kesî lazim e. Divê hemû helî hembêz bike û mafê her kesî biparêze. Di nava pirsgirêkên heyî de pirsgirêka herî mezin pirsgireka Kurd e. Ger ku ev makeqanûn dê karibe pirsgirêka Kurd çareser bike wê demê dibe makeqanûnek nû. Ji bo makeqanûnek demokratîk bê avakirin jî divê berî her tiştî çek rawestin.”
Prof. Dr. Sancar, destnîşan kir ku divê teqez siyasetmedar karibin serbest biaxivin û serbest niqaş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê em îro lê dinerin siyasetmedar tên girtin. Di çarçoveya operasyona KCK’e de siyasetmedarên Kurd tên girtin. Bi van operasyonan dengê Kurdan tê qutkirin û naxwazin daxwazên xwe bînin ziman. Ger ku dengê Kurdan bê qutkirin dê makeqanûn bibe dengê kê?”
STENBOL