'Ziman li gor feraseta zilam e'
Taş, anî ziman ku di zimanê nûçeyan de pirsgireka mezin heye û zimanê ku zilam diparêze tê bikar anîn. Taş, daxuyand ku hin jin ji ber ku etekê wan kin in, hin jin ji ber ku bêhna xweş ji wan tên, hin jin ji ber ku li gel hevalê xwe çûye gerê û hin jin jî ji ber ku xwestine dev ji zilamê xwe berdin hatine kuştin. Taş, derbirî ku nûçeyên bi sernûçayên "Jineke din hate kuştin" "Nuçeya kuştina jinan a rojê ji Edeneyê" û “Gule barandin", “bedena wê qulik qulikî kir" vê tundiya li ser kuştinê bêtir rewa û xweşik dide xuyakirin. Her wiha bêtir rêbaza kuştinê dineqişîne. Taş, destnişan kir ku herî zêde zimanê zilam serdeste û ev yek bêtir kuştinê asayî û rewa dide xuyakirin û rê li pêşiya kuştinê vedike.
‘Bi wêneyan kuştinê teşwîq dikin'
Taş, wêneyên ku der barê kuştina jinan de di medyayê de tên weşandin jî rexne kir û anî ziman ku wêneyên tên weşandin jî kuştinê asayî û rewa dike û kuştinê dike ji rêzê.
Taş, diyar kir ku bi demên dawî de bi wêneyên wahşetê dixwazin eleqeyêk û hîşyarkirin pêk bînin û wiha axivî: “Ji bo raytîng û sansasyonê bi navê hestiyariyê nûçeyan, wêneyan di weşenîn. Dibejin em ve ji bo bikêrhatiya rayê dikin. Çawa biryara ve didin. Bi van kirinan carek din maxdurê dîsa dikin kurban. Mafan binpêkirin dikin.” Taş, anî ziman ku hin kesên nav civakê de piştî wêneyên Ayşe Paşali yê dîtin, ji janan re gotin “Ez tê wek ve bikim" gotinê. Taş, bilêvkir ku zimanê çapemeniye yê nêr çanda desthilatdariyê dîsa diafrînê û wiha pêde çû: “Kuştina jinan têne ne pirsgirêka maxdur û kesên şîddetê kar tîn. Ev pirsgirêk pirsgirêkî civakiyê. Divê nûçeyên çapemeniyê jî sedemên van kuştinan baş lekolîn bike û agahiyên rast bide civakê. Ev nûçe divê di nava civakê de bibin sedema guhertinê. ”
Taş, daxuyand ku ji bo ve pirsgirêk divê çareseriyên bikok pêk bê û xwest çapemenî, rola xwe ya ji bo guhertina vî alî bilîze. Taş, da zanîn ku wan li dijî kuştinên jinan di dîroka 3 û 10 hezîranê de kampusa Cebecî de pêşangeha "Bi sed hezar çar sed' vekirine û wiha berdewamkir: “Nûşe tên ji bo nîşandina heqîqata ne bes e. Ji bo ve jî me pêşengaha xwe de dixwaza malak wek cihê dehşetê nîşandinê heye. Mala ji bo hin kesan cihê 'keyfxweşiyê', ewlehiyê, xwe ji tehloqeya parez e, lê mal ji bo jinan cihê kuştinê ye. Me ev pêşangeh bi atfa jinên mafê wan ji destê wan tê standin kir."
NAGİHAN AKARSEL - DÎHA /ENQERE