Derhêner Hakan Tosun jî bi 5 koman meş şopandin bi navê "Meza Anatoluyê ya Mezîn" kir belgefîlm. Belgefîlm dê di 11'emîn Mîhrîcana Filmên Serbixwe yên Stenbolê de yekemîn car bê pêşandan.
Hakan Tosun demeke dirêj di radyoyan de xebitî û piştî eleqeya wî ya li hemberî belgefîlman zêde bû ji xwe re qemerayak kir û dest bi kişandina belgefilmên amator kir. Tosun, di belgefilmên xwe de jiyana xwezayê û komkujiya xwezayê girt dest. Tosun, girîngiyeke cuda dide xwezayê. Tosun ewil belgefilma bi navê "Çatilara Dogru" kêşand û pişt re jî belgefilma berxwendana karkerên Tekelê kêşandi. Tosun pişt re careke din dest bi kêşandina belgefîlmên xwezayê taxrîp dikin kir. Tosun têkildarî HES'an de belgefilma bi navê "Buyuk Anadolu Yuruyuşu(Meşa Anatoluyê ya Mezin)" kêşand. Tosun, meşa xwezaparêzan a li 11 nokteyan a ber bi Enqere ve hate dest pêkirin û bi armanca li dijî HES'an derbikevin şopand û kir belgefilm. Tosun, di 2'yê nîsana 2011'an de tevlî koma Deryaya Reş a Artvînê bû û heta Enqere meşiya. Tosun tevli meşên basê Rojavayê Deryaya Spî û Rojhilatê Deryaya Spî (Sarikeçîlîler), baskên Ege û Başurê Egeyê bû û 40 rojan meş şopand.
'Hemû tişt  min kişandin'
Tosun, di dema belgefilm kişand her tim li cem meşvanan bû û bi wan re di çadiran de dijî. Tosun, bi berxwendêren re 40 rojan meşiyan û zirara HES'an li dijî xwezayê û sedema li dijî HES'an reketin di belgefilmê de nîşan dide. Tosun, diyar kir ku ji bilî nasnameya belgefilmiyê ew meşvan bû. Tosun, anî ziman ku rastiya HES'an li wir baş fêm kir. Tosun, da zanîn ku kesên belgefilmê jî temaşe dikin dê rastiya HES'an hêj bêtir fêm bikin. Tosun, xwest ku kesên meşa 40 rojan nedîtin re rabigihîne û tiştên qemerayê dîtin hemû kêşandin.
Belgefîlm dê di 11'emîn Mîhrîcana Filmên Serbixwe yên Stenbolê de yekemîn car li Salona Salt a Beyogluyê bê pêşandan.


GULER CAN - DÎHA/STENBOL