ÇHD’ê, anî ziman ku piştî ku Midûr Ak hat ser peyvirê her diçe îşkenceya li girtîgehê zêde dibe.
ÇHD’ê, diyar kir ku di serdema Midûrê Girtîgeha Tekîrdagê Haydar Ali Ak de gelek serlêdanên gilî hatine kirin û herî dawî di 14’ê Tebaxê de girtiyê siyasî Haydar Gundogmuş rastî lêdan û êrîşê hatiye. Gundogmuş, di serlêdana ÇHD’ê de diyar kiribû ku Midûr Haydar Ali Ak bi xwe tev li îşkeceyê bûye û di hucreyekê de îşkence li wî kiriye. Gundogmuş, di serlêdanê de da zanîn ku piştî girtiyên siyasî bertek nîşan dan, helwesta Ak a li hemberî hemû girtiyên siyasî hatiye guhertin û tundî zêde kiriye.
Di êrîşên li dijî girtiyan de girtiyên siyasî yên bi navê Fîkret Kara, Faruk Erdogan, Hidayet Sari, Sadik Çelîk birîndar bûn. Ji Gulana 2010’an heta Kanûna 2011’an di serdema Haydar Alî Ak de li Girtîgehê ji bo ku girtî rastî binpêkirina mafan, êrîş ceza û nehiqiyan hatine 44 serlêdan hatin kirin. 44 kesên ku serî li ÇHD’ê dan diyar kirin ku Ak tev li karê îşkenceyê dibe û li dijî mafên mirovan tev digere.
DÎHA/STENBOL