Cigirê Serokê Lijneya Zagoniya Parlemana Kurdistanê Awnî Bazzaz, diyar kir ku divê Konferansa Neteweyî nexşerêyê diyar bike û Kurd bibin xwedî siyasetek hevpar.
Cigirê Serokê Lijneya Zagoniya Parlemana Kurdistanê Awnî Bazzaz, li ser rewşa Kurdan û Konferansa Neteweya Kurd nerînên xwe ji ajansa me DÎHA’yê re anî siman. Bazzaz, anî ziman ku piştî heyata siyasetmedarên Kurd a Tirkiyeyê hatin Herêma Federal a Kurdistanê hewldanên li ser Konferansekî Netewî derket pêş. Bazzaz, destnîşan kir ku konferans ji bo yekîtî û yek dengî girîng e û wiha got: „Bi beşdarbuna her çar parçeyên Kurdistanê ev konferans dê pêk bê. Ji bo yekîtiya gelê Kurd û yekdengî û yek helwestiyê girîng e. Ji bo diyarkirina pirsgirêkên hemû perçeyên Kurdisdanê ev konferans girîng e. Bi vê armancê tê hedefkirin ku li Hewlerê konferansa neteweyî bê lidarwxistin.“ Bazzaz, bilêv kir ku xwest gelê Kurd ê Tirkiyeyê li hemberî geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn amadekariyên xwe yên siyasî bikin. Bazzaz, bilêv kir ku ji bo gelê Kurd pirsgirêka xwe bi lezgîn çareser bikin divê rêbazek hevbeş û çareseriyek hevbeş amade bikin û helwestek hevpar bidin nîşan.

Bazzaz, xwest ku gelê Kurd li çar aliyan yekîtî û tifaqa xwe ava bikin û li hemberî hemû pirsgirêk û polîtêkayên li ser wan tên meşandin helwesta xwe zelal nîşan bidin û wiha got: “Hêvîdarim ku ev Konferans ji bo pirsgirêka Kurd û çareserkirina wê biryarên baş bine. Divê nexşerêyek çareseriyê bê diyarkirin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog û hevditin dest pê bikin. Ji ber ku tenê rêya çareseriyê diyalog û yekîtî ye. Kurd dikarin bi nexşereyêk hevbkeş û dengekî hevpeş pirsgirêka xwe çareser bikin.“

DÎHA/HEWLÊR