Rewşenbîran, bertek nîşanî operasyonên di bin navê "KCK'ê" de tên lidarxistin û di nav de 47 parêzer 70 kes hatin binçavkirin da. Rewşenbîran hişyariya pirsgirêka Kurd ber bi rêya neçareseriyê ve diçe kirin. Prof. Dr. Fîkret Başkaya, têkildarî mijarê wiha got: "Dengê gelê Kurd tên birîn. Li aliyekî dibêjin werin Meclîsê li aliyê din kadroyên siyasetê dikin tên girtin. Gelo heke tu baskên partiyê yên jêr bibirî dê çawa siyasetê bike?" Nivîskar Erdogan Aydin jî diyar kir ku Serokwezîr xwe danî şuna saziyên dadê û wiha got: "Dad ji gotin û bertekên desthilatdaran ji xwe re peywirê der dixe."
Hîndekarê Zanîngeha Şehîr Prof. Dr. Ferhat Kentel, got "Di xwazin li Tirkiyeyê hemû rengan cuda bikin an hûn ji wir in an hûn ji vir in" û diyar kir ku ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd ber bi kolaneke bê bin ve diçe û ji ber vê yekê bi guman e û wiha got: "Ez bawerin pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi vî awayî nayê çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê ziman û nêzîkahiyekî din divê hebe. Kesên li ser serê dewletê di nav hesab girtinekê dane û ev yekê jî ji bo çareseriyê serkeftî nîn e. Ez nizanim bi operasyonan çi armanc dikin ez gelek bi guman im."
Prof. Dr. Fîkret Başkaya, diyar kir ku dixazin bi operasyonan qada legal hişk bikin û bi vê yekê hemû kesên siyasetê dikin bigirin. Başkaya, da zanîn ku ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: "Li aliyekî dibêjin 'Werin Meclîsê' li aliyê din kadroyên siyastê dikên digirin. Gelo heke tu baskên partiyê yên jêr bibirî dê çawa siyasetê bike? Bêhiqûqî tên jiyîn. Hînî ev zagon û ev raman hebe demokratîkbûn çênabe."
Prof. Dr. Erol Katircioglu jî diyar kir ku hikûmet dixwaze operasyonên KCK'ê bidomîn e û wiha got: "Ev pêvajo pêvajoyekî nayê bikaranîn e. Tê xuyakirin ku Serokwezrî Erdogan dixwaz pirsgirêkê bi rêbazên xwe çareser bike. Lê ev rê riya siyasaeta Kurd dixwaze nîn e. Serokwezîr plansaziya siyaseta Kurd tasfiye bike û di vê rê de bi meş e. Hikûmet difikire ku heke bi ser Kurdan de biçe dê Kurd dest ji daxwazên xwe berdin. Lê pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî bi vê riyê çareser bibe nîn e. Ji ber ku PKK û KCK sedema pirsgirêkên niha tê jiyîn nîn e encameke."
Nivîskar Erdogan Aydin jî diyar kir ku operasyonên tên meşandin Tirkiyeyê ji demokratikbûnê dûr têxe û wiha got: "Wisa xuyaye ku hikûmet bi kevnaşopiya desthilatdariya dewletê dê biçe hilbijartinên herêmî û serokomariyê. Ev yek tenê êşên gelê Kurd zêde nake dê derfetên demokratîkbûnê jî ji holê rake. Serokwezîr Erdogan wekî dozgeran tevdigere. Di 88 salan de dad her tim girêdayî poîtîkayên navendê xebitî. Dad ji gotin û bertekên desthilatdaran ji xwe re peywirê der dixe."
Rojnameger Ertugrul Mavîoglu jî diyar kir ku operasyonên tên lidarxistin bi armanca siyaseta Kurd tasfiye bikin e û dij zagonî nîşan bidin e û wiha got: "Operasyonên bi girtîna şaredaran rojên borî bi akademiyên siyasetê yên BDP'ê berdevam kiribûn. Bi operasyona dawî jî dixwazin Kurdan bê parastvan bêhêlin. Armanca operasyonê û hedefa operasyonê ev e. Binçavkirina 47 parêzeran û lêgerîna bûroyên wan li dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Di heman demê de Rojnameya Ozgur Gundem jî rast lêgerînê hat."

Parêzer Erdal Dogan jî diyar kir ku mafên wan yên parêzeriyê tên binpêkirin û ji ber vê yekê bi guman in û wiha got: "Binçavkirina 47 parêzeran min wekî hiqûqnasekî diltirs dike. Operasyonên tên kirin bi armanca parastina civakî têk bibin e. Ev yekê bi awayekî elenî tê xuyakirin."

DÎHA/STENBOL




Li hemberî mafê parastinê êrîşa hikûmetê


Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Enqereyê, bi boneya "Operasyona KCK'ê" ku li 16 bajaran pêk hat û 47 jê parêzer zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin şermezar bike li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Kolana Yukselê ya Enqereye daxuyanî da çapemeniyê. Parêzeran di daxuyaniyê de pankarta "Ji terora darizandina taybet re bes e" vekirin û bê navber dirûşmeya "Bêdeng nemîne dê deng bê te jî" berz kirin. Parêzeran dowîzên "Dest nede parêzerê min" û "Em parastinê diparêzin" rakirin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP, KESK, ÎHD, EMEP, STK û gelek kesên din amade bûn.

Li ser navê girsê Serokê ÇHD'a Enqereyê Murat Yilmaz, daxuyanî da. Yilmaz, anî ziman ku ev operasyon nîşan dide ku êdî tehamula hikûmetê ji hêzên muxalîf re nemaye û bi vê yekê ji pêşiya xwe paqij dike. Yilmaz, anî ziman ku di çarçoveya "Operasyona KCK'ê de piştî siyasetmedar û şaredaran niha jî li dijî nivîskar, rojnameger, mamoste, parêzer û nûneren saziyên sivîl ên civaki operasyonê dimeşîne. Yilmaz, destnîşan kir ku ji ber hempîşevanên wan parêzvaniya kesên muxalîfiyê dike tên binçavkirin. Yilmaz, da zanîn ku ev operasyon li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û nayê qebûlkirin.

ENQERE