Welatiyên taxa Gomê Sêdeqna bajaroka Sêdeqnê ya navçeya Ferqîna Amedê, diyar kirin ku sewalên wan ji mecbûrî ava baranê ya golan de kom dibin a herî vedixwin û xwestin rayedar ve pirsgirêk çareser bikin. Taxa ku bi xwedî bi nêzîkê 3 hezar sewalên mezin û biçûk, sewal ava baranê ya golan kom dibin vedixwin. Welatiyê taxê ye bi navê Hamîd Eleftoz pirsa "Bila mirov û îxtîdara AKP'ê bê ve rewşe bi çavên xwe bibînin. Mirovahî evê ma?" kir. Eleftoz, da zanîn ku wan rewşa xwe ji gelek saziyên çapemeniyê re gotinê lê tu sazî bi wan re eleqeder nebûn. Eleftoz, bilêv kir ku şaredariyên AKP'ê pediviyên wan peşwazî nake.

'Sewalên me telef dibin'
Eleftoz, da zanîn ku ava wan tuneye, şaredarî deste AKP'ê deye û wiha axivî: "Ava me tuneye. Şaredariya deste AKP'ê de ye. Em dixwazin şaredar jî bê ve rewşê bibîne.Wezîrê Çandinî jî bê bibîne. 30 hezar dolim zeviyên me heye, lê hemû bê avê. Ji vir avê didin Îsraîlê. Bila rayedar bên rewşa me bibînin û derde me parve bikin. " Eleftoz, xwest ku rayedarên dewletê pirsgirêka wan çareser bikin û wiha berdewam kir: "Çareser nekin bila ji merê cihêkî bibînin emê koç bikin. Li taxa me ava li golên avzêlkê kom dibe. Dema sewalên me avê vedixwin telef dibin. Em dixwazin pirsgirêka me ya avê bi lezgînî bê çareser kirin." 

DÎHA/AMED