
Fermandariya Giştî ya YPG derbarê nîqaşên dawî yên ku tê gotin wê hêzek leşkerî ya bi navê Artêşa Azad ya Kurdî bê avakirin de diyar kir ku YPG bi tu hêzan re nabe yek û yekbûna wan bi gel re ye.
YPG’ê derbarê mijarê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev demek dirêje hêzên derve û hinek partiyên Kurdî, dîsa hinek komên bi van hêzan ve girêdayî li pêşiya yekîtiya gelê Kurd radiwestin û li pêşiya yekîtiya netewî dibin kelem. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, gelek caran dibin navê meclîsan û heyeta Kurdî de ev hêzêne bi erkên xwe re nebûn yek û bûn wek heyetek koordinasyonê û wiha hat domandin: “Ev cudabûn heta niha jî di nava hêzên Kurdî de didomin. Di demên dawî de di nava siyaseta Kurdî de hinek nîqaş hatin meşandin. Ev beşane êdî nikarin nûnertiya Kurdan bikin û deriyê perçebûnê vedikin, lewre rê li pêşiya komên çekdar vekirin ku bikevin herêmên Kurdan. Vê yekê hişt ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê bang li partiyên Kurdî bike û li ser wan hinek biryaran ferz bike.”
'Me tu hêzên leşkerî li cem xwe nedît'
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, her çiqasî civînên li Hewlêrê tên lidarxistin de hinek baş bin jî, ev civîn hinek caran di navbera partiyan de cudabûnan zêdetir dikin û ev tişt hatin gotin: “Li ser nîqaşên ku li Hewlêrê hatine meşandin û tê gotin ku dê hêzên leşkerî bikin yek. Em girîngiyê didin van nîqaşan û dixwazin nêrîna xwe ji raya giştî re parve bikin. Em ji sala 2004’an ve li ser vê axê têkoşîn dikin ku hêzek leşkerî li Rojava çêbikin. Pir kelem li pêşiya me derketin, lê me karê xwe domand heta ku me di sala 2011’an de YPG ava kir. Ev hêz bi rengekî aştiyane li dijî hêzên rejîmê rawestiyan û li dijî destdirêjiyên li Heleb, Efrîn, Kobanê, Qamişloyê û Serêkaniyê têkoşîn da, berxwedaniya me ya li Serêkaniyê berdewame. Me di şerên dawî de gelek şehîd dan, lê mixabin me tu hêzên leşkerî li cem xwe nedîtin.”
‘Di dema şer de hûn li ku bûn?'
Di daxuyaniya ku li ser hêza YPG’ê hate rawestîn de bal hat kişandin ku dema YPG’ê şer dikir tu hêzek din li cem wan tunebûye û ev pirs hatin kirin: “Hêza me ya leşkerî bi hezarane û hatine perwerdekirin. Wekî hêzekê xwe îspat kirine. Gelek herêmên Kurdî bi destê YPG’ê hatine rizgarkirin. Niha em ji van aliyan dipirsin ‘dema me li Helebê bi rejîmê re şer dikir hûn li ku bûn? Dema me Dêrik, Koban û Efrîn azad kir hêza we li ku bû? Dema me li Serêkaniyê li dijî komên çekdar şer dikir hûn li ku bûn, me hûn li cem xwe nedîtin? Hûn di nava wan komên çekdar ên dixwestin derbasî herêmên Kurdan bibin, mal û milkê wan wêran bikin de bûn’. Bêgûman mebesta me kesên welatparêz ên li cem me rawestiyan nîne.”
Hişyariya plan û komployan
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu hêzek tu neye ku YPG karibe bi wan re bibe yek û wiha hate gotin: “Em nahêlin ku hêzek ji kartonê yên wekî komên di demên dawî de li Qamişlo, Dêrik û Amudê hatine avakirin çêbibin da ku wekî kaxiza ji çapê re hatiye amadekirin bê îstîsmarkirin. Pêdiviya gelê Kurd bi hêzek mezin ya leşkerî heye, lewma em bang li hemû kesên dixwazin erdê xwe, mala xwe, namûsa xwe bi parêzin dikin da ku firka wan çi dibe bila bibe tevlî YPG’ê bibin, deriyên YPG’ê ji hemû kesî re vekirî ye. Deriyê me ji her kesekî ku dixwaze bibe leşkerê gel û erdê xwe biparêze re vekirî ye. Ji bo me tişta girîng tenê welatparêzî ye. Lewre nîqaşên ku dê artêşeka hevpar bê avakirin, ji bilî mijûlkirinê tiştekî din nîne û ji tiştên sereke û girîng dûr dixin.”
Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku YPG bi tu hêzekê re nabe yek, tenê dikare bi gelê xwe re bibe yek û ev bang li gel hate kirin: “Em bang li gelên xwe yên Kurdistanê dikin ku li dijî plan û komployên li dijî destkeftiyên bixwînê hatine bidestxistin hişyar bin. Her wiha bila qebûl nekin ku li ser îradeya wan ya azad lihevkirin bê kirin.”
ANF/ SERÊKANIYÊ
YPG birînên Serêkaniyê derman dike
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ev bi rojane bi komên çekdar re di nava pevçûnan de ye, piştî agirbesta hate îlankirin û komên çekdar ji bajêr derxistin, xetên av û ceyrana ku ji ber pevçûnan zirar dîtibû çêkir.
Li Serêkaniyê piştî şer û pevçûnên ku 15 rojan dom kir, birînên bajêr têne dermankirin. Xetên ceyran û avê ku di bomberanên rejîmê yên li dijî bajêr de zirar dîtibûn, piştî ku komên çekdar ji aliyê YPG’ê ve hatin derxistin û agirbest hate îlankirin tên çêkirin. Hêzên YPG ji bilî parastina bajêr, îro bi alîkariya kesên pispor hem xeta ceyranê, hem jî ya avê çêkir û pêwîstiyên welatiyan bicîh anîn.
Di vê navberê de hate ragihandin ku gelek ciwan vegeriyane bajêr.