Endamê Konseya Rêveber a HPG’ê Fermandar Dr. Bahoz Erdal, diyar kir ku dewleta Tirk biryara şer girtiye û got, „Hinek dibêjin, PKK’ê pêvajo sabote kir, kar xerab kir, PKK’ê pêvajo têk bir. Rast e. PKK’ê pêvajo têk bir. Lê kîjan pêvajo? PKK’ê pêvajoya çareseriyê têk nebir. Pêvajoya jinavbirin û tasfiyeyê têk bir, xera kir.“ Erdal têkildarî reşwa Sûriyeyê de jî got ku Tirkiye ji bo rejîma Sûriyeyê Kurdan nas neke zorê dide rêveberiya Esad, ji aliyê din de jî ji piştgiriyê dide muxalifên Esad û ji wan jî dixwaze ku piştî Esad jî muxalîf, Kurdan nas nekin.
Endamê Konseya Fermandaran a HPG’ê Dr. Bahoz Erdal  , 33’emîn salvegera PKK’ê, rewşa tevgera Kurd, şerê tunekirinê yê dewleta Tirk û sala 2012’an ji ANF’ê re nirxand. Erdal, der birî ku ger îro li Rojhilata Navîn behsa Kurdan tê kirinse ev saya têkoşîna PKK’ê ya 33 salan e. Erdal wiha axivî: „PKK’ê rêya mirovahiyê ya û azadiyê nîşanê Kurdan da. PKK’ê rih û giyan da ber civaka Kurdan. Kurdan saya PKK’ê êdî hîn bûn ku wê çawa birînên xwe derman bikin.“

‘Xwestin rê li ber daxwazên Kurdan bigirin’

Erdal, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di sala 2011’an şerekî gelek dijwar qewimiyê û têkildarî gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan yên „Me dê pirsgirêk çareser bikirina, lê PKK’ê xerab kir“ de jî wiha axivî: „Me ji sala 2004’an heta niha gelek caran agirbest îlan kir. Ger me çareserî nedixwest me çima ev qas agirbest îlan kir. Tekane sedema şer polîtîkayên dewletê yên tuneparêzin. Lê mesele ne tenê PKK ye. Piştî gelê ereb bi daxwazên civakî dest bi tevgerê kir. Hêzên ku Kurdistan dagirkirinê xwestin rê li ber Kurdan bigirin. Dewleta Tirk jî di vê çarçoveyê de naxwaze gelê Kurd bibe xwedî statuyek. Ji bo vê dibêjin ‘PKK’ê li Farqînê şer da destpêkirin’. Armanca wan têkbirina Kurdan e. Tirkiye ji bo rejîma Sûriyeyê Kurdan nas neke zorê dide rêveberiya Esad, aliyê din de jî piştgiriyê dide muxalifên Esad û ji wan jî dixwaze ku piştî Esad, hêzên muxalîf, Kurdan nas nekin.“
Endamê Konseya Rêveber a HPG’ê Fermandar Dr. Bahoz Erdal, da zanîn ku êrîşên li hemberî siyaseta demokratîk de jî di vê çarçoveyê de ye û ev tişt gotin: „Hinek dibêjin, PKK’ê pêvajo sabote kir, kar xerab kir, PKK’ê pêvajo têk bir. Raste. PKK’ê pêvajo têk bir. Lê kîjan pêvajo? PKK’ê pêvajoya çareseriyê na. Pêvajoya tasfiyeyê têk bir, xera kir. Hêzên dagirker, bi pêşengiya AKP de dixwestîn di çarçoveya gengeşiyên li rojhilata navîn yd tevgera Kurd tasfiye bikin. Lê berxwedana gel a bi pêşeniya PKK’ê ev yek têk bir û pêvajoya tasfiyeyê têk bir.“

‘AKP û Sûriye hevkar in’
Erdal, bilêv kir ku dewleta Tirk dibêje PKK li ser daxwaza rêveberiya Baasê şer dike û wiha got: „Ev derew e. Rejîma Tirkiyeyê ji bo me çi be ya Sûriyeyê jî ew e. Heta niha li Sûriyeyê gelek caran li hemberî Kurdan komkujî hatine pêkanîn. Ev jî ji aliyê vê rejîmê ve hatiye pêkanîn. Di dema van komkujiyan de AKP’ê piştgirî dida Sûriyeyê. Sûriyeyê bi dehan hevalên me radestî Tirkiyeyê kir. Bi ser vî esasî ew bi Sûriyeyê re hevkariyê dikin.“ Erdal, anî ziman ku piştî pêvajoya tasfiyeyê têk çû vê car jî Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêrê dibêje dewletên biyanî alîkarî dide PKK’ê yên, tevgera me nas dikin, dizanin ku ev tişt neraraste. Ev bi salane dewlet bi xwe li hemberî me, bi van hêzan re hevkariyê dike.

Erdal, destnîşan kir ku sala 34’emîn a PKK’ê dê bibe sala serkeftinê anî ziman ku ji bo vê yekê pêkbîne gerîllayên Kurd ji her demê bêhtir amade ye. Erdal, di dawiyê de jî bang li ciwanên li çar perçeyê Kurdistanê kir ku di vê pêvajoyê de ji bo azadiya Kurdistanê tevli refên gerîlla bin.

ANF/BEHDÎNAN