Bi sedan zarokên Mexmûrî bi boneya êrîşa Tirkiyeyê ya dersînor û kuştina 7 welatiyê sivîl şermezar bike meşek pêk anî. Di meşa zarokan de bê navber dirûşmeyên „Erdogan zarokan nekuje“, „Qatil Erdogan“, „Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Li ser navê zarokan Gulîstan Qabul daxuyanî xwend û wîha got: „Dewleta Tirk her roj hevalên me dikujin, davêjin zîndanan û îşkenceyê li wan dikin. Dîsa zarokên me her roj bi dengê topan radibin û radizên. Dixwazin zarokên me bi xewn û xeyalên topan bikujin. Ev dewleta mirovkuj çi ji me dixwaze? Gunehê me zarokan çiye? Ma gunehê zarokên qendilê yên ku diçûn malên xwe çibû?“ Piştî daxuyaniyê meş disa bi dirûşmeyên „Bijî Serok Apo“, „Bijî PKK“. „Qatil Erdogan zarokan nekuje“ bi dawî bû. 

MEXMÛR