Berteken li dijî birîna weşanê Roj TV a li ser satelaytê nerazîbûnê gele Kurd didomin. Li ser biryara şîrketa Fransa Eutelsat ku weşana Roj TV qut kir Mamosteyê Beşa Qanûn û Ramyarî Dr Kamûran Mentik nerazîbûnek tund nişan da. Mentik, biryara Eutelsatê rexne kir û wiha got “Roj TV televizyona yekem ku di nav cihanê de cara yekeme li ser satalayt dest bi weşana Kurdî kiriye û êş û daxwazin Kurdan bi Cîhanê re parvekiriye. Her çiqas gelek caran hatibe girtin jî, lê bê navber bi kanalên nû bûye deng û rengê gele Kurd.“ Mentik di berdewam axaftina xwe de da zanîn ku Roj TV navê xwe dinav dîrokê de nivîsandiye, her dem xwestiye êşa gelê Kurd bi cihanê bide parvekirin û dinava gelê Kurd de xwedî nirxekî giranbuha ye.
‘Dixwazin dengê Kurdan qut bikin’
Dr Kamûran Mentik, bi berdewama axaftinax xwe de balkîşand li ser êrîşên dewleta tirk yên ku dixwazin dengê gelê Kurd bibire û wan wiha berdewam kir: „Ji ber ku Roj TV hertim hewildaye mafê gelê Kurd û azadiya gelê Kurd û civak bûyîna gelê Kurd bide nasîn niha dibe êrîya dewleta tirk.. Heke îro dewlata Tirk û alîgirê wê yên navdewletî ewqas hewl didin Roj TV bê girtin, ew jî dide diyar kirin ku Roj TV rastiya ew dewletan û siyastê wan yên li dijî Kurd aşkera dike. Bi girtina Roj TV nikarin gele Kurd bê deng bikin heke Roj TV bigrin bi dehan Roj TV yê em dikarin vekin.
Berpirsiyarê giştî yê Sentera Metroyê Rahman Galîp jî astengiyên li ser Roj TV şermezar kir. Berpirsyarê giştî yê Sentera Metro ji bo piştgîriya rojnamevanan Rehman Gerîb, destnîyan kir ku Roj TV ji ber zextên Tirkiye û hikûmeta AKP’ê hatiye rawestandin.
Gerîb, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê gel di kuje, kimyabran dike, li ser sinor welatiyên sivîl dikuje û her tiştî ji bo xwe rewa dibîne û wiha got: „Lê weşanek Kurdî ne li gorî xwe rewa nabîne. Ev yek asta herî ne demokratîk niha ya Tirkiye yê di de diyar kirin. Tirkiye yek ji welatên nedemokrasî yê nêzîkî Emerîka (DYE) ye. DYE ku îdihaya demokrasiyê dike lazime ev kiryarên dijberî demokrasî li Tirkiye yê qebûl neke ku Tirkiye li hemberî Kurdan pêk tîne.”
DÎHA/HEWLÊR