Li gorî plansaziya çalakiyan dê kon bêne vedan û dê parlamenter û şaredar jî bikevin greva birçîbûnê.
Li gorgî Navenda BDP’ê û rêxistinên herêmî bi hevre plansaziya çalakiyan derxistin û gihiştin biryara ‘Avakirina xeteke berxwedanê ya sivîl a demokratîk’.
Di vê çarçoveyê de roja sêşemê 30’ê cotmehê ‘Roj berxwedana topyekun ‘hate îlankirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo daxwazan girtiyan bê dayîn, riya diçe çareseriyê û mirinan asteng bikin di 30’ê cotmehê roja sêşemê wekî ‘roja berxwedana topyekun’ îlan dikin. Hemû gelê me li qadên ku dimînin divê jiyanê rawestînin.”
Di plansaziyê de xalên din yên girîng wiha hatin rêzkirin: “Bi armanca ku der barê grevê de agahî bê dayîn, hevserokên me dê ji bo hemû partî û lîderên çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinê mafê mirovan yên Ewropayê, NY, û rêxistinên têkilidarî mafê mirovan ya YE’yê, lîderên welatên YE’yê û balyozxaneyên li Tirkiyeyê, senotorên DYA û endamên Kongeyê, rayedarên Konseya Ewropayê, pêşengên navnetewî û rojnamegerên biyanî bi îmzeya xwe nameyan bişînin.
-  Çalakiyên ku TUHAD-FED bi malbatan re pêk tîne dê rêxisitnên me yên navendan piştigiriyê bide.

Li bajaran mîtîng
BDPê diyar kir ku rêxistinên her bajar û navçeyan wê plansaziya xwe bikim û wê daxwazên girtiyan her roj bi çalakiyên curbercur di rojevê de bihêlin.
Demîrtaş, dê îro li Rihayê tevlî daxuyaniya çapmeniyê bibe.
- Di 27’ê cotmehê de li Elihê, di 3’yê mehê de jî li Amedê bi tevlîbûna Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş wê mîtîng bên organîzekirin.
- Mîtînga ku di 28’ê cotmehê de wê li Edeneyê bê li darxistin, bi tevlîbûna Selahattîn Demîrtaş wê pêk were.
- Di 3’yê mijdarê de, mîtînga li Amedê wê bi tevlîbûna Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak pêk were. 

ANF/ENQERE  




Parlamentera BDP’ê jî di grevê de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku ji aliyê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ve di 12'ê îlonê de li 7 girtîgehan hate destpêkirin û li hemû girtîgehan bi sedan girtiyan berdewam dike ket roja 44'an. Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku li Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê tê girtin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Parêzera Yildirim, agahî da û diyar kir ku Yildirim ji îro û şûnde dest bi çalakiya grevê kiriye.
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî, di 15'ê cotmehê de dest bi greva bêdem û bêdorveger kiribû û çalakiya xwe didomîne. 

MÊRDÎN 




Rojnamevan Yildirim beşdarî çalakiyê bû


Gerînendayê Rojnameya me Azadiya Welat Mehemet Emin Yildirim ku di Girtîgeha Kandira ya Kocelî de ye, dest bi greva birçîbunê ya bê dem û bêdorveger kir. Hêjmara girtiyên ketin greve derket 6'an.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve di 12'ê îlonê de bi 63 girtiyan hate destpêkirin ket roja 44'an. Çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk hate destpêkirin her ku diçe belav dibe.
Çalakiya ku heta niha 5 rojnamegerên Kurd ketibûnê, Gerînendayê Rojnameya me Azadiya Welat rojnamevan Mehmet Emin Yildirim jî tevlî greva birçîbunê ya bê dem û bêdorveger bû. Hêjmara girtiyên PKK û PAJK'ê ku ketin grevê 650 derbas kir. Greva birçîbunê ya ku bi armanca tecrîta li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bi şertê pêwîste tendurustî, parastin û azadiya Ocalan were pêkanîn hatî destpêkirin rojnamevan Yildirim jî tevlî bu û destbi greva birçîbunê kir. Rojnameger Yildirim, daxwaznameya xwe ya ku tê de daxwazên xwe anî ziman, ji Wezîrê Dadê re şand. 

KOCAELî