Teatreya bi navê "Rondikên çavên newalekî Zîlan" (Bîr Derenin Gozyaşlari Zîlan) ya ku ji aliyê Necmettîn Salaz ve hate nivîsîn û derhêneriya wê Ramazan Velîeceoglu kir li Sêrtê hate pêşandan. Lîstîk bi piştgiriya Şaxa SES'ê ya Sêrtê li Navenda Perwerdehiyê ya Gel a Sêrtê hate pêşandan. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, nûnerên sendîkayên girêdayî Platforma Şaxên KESK'ê, xwendekar û gelek welatiyan lîstik temaşe kirin. Di lîstikê de tiştên jina bi navê Îpek a ku di sala 1930'an de li gundên li der dora Newala Zîlan pêk hatin dîtin û şahidiya wan tiştan kirin tê vegotin. Welatiyên lîstik temaşe kirin demên hestiyar jiyan.
Seroka Şaxa SES'ê ya Sêrtê Gulhan Tekî piştî lîstikê axivî û diyar kir ku bi lîstikê gelê Sêrtê êşên li Zîlanê pêk hatin jin. Tekî, anî ziman ku desthilatdar dixwazin ku civeke pêşeroja xwe ji bîr bike û civakeke bê çand biafirîn e. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî diyar kir ku ji bo qîmeta azadiyê baş bê zanîn divê êşên di dîrokê de hatin jiyîn bên zanîn û bi wan re rû bi rû bên çêbibe.
Derhêner Ramazan Velîeceoglu jî diyar kir ku Teatreya Hunerê ya Merhaba 20 salin lîstikên polîtîk dilîze û pirsgirêkên civakê tîne ziman. Velîeceoglu, anî ziman ku armanca wan ew bi vê lîstikê civakê û dewletê bi dîrokê re rû bi rû bikin e.
SÊRT