Gelê kurd Cejna Qurbanê ku ji mislimana re roja herî pîroz e, kurdan 4 roj bi şer û agahiyên mirinê, li ber goristan û morgan derbas kir. Hikûmetê di vê pêvajoyê de her tim bi daxuyaniyên „Tol“ û „dema şer“ ket rojevê. Di van rojên ku li dijî kurda polîtîkayên tunekirine û asîmîlasyonê tên nîqaşkirin de „fetvaya şer“ ya Fethullah Gulen hemû tişt derxist holê. Alimên olî yên li Stenbolê, daxuyaniyên Gulen û pêşiya cejnê de kuştina 36 endamên HPG’ê yên li Geliyê Tiyarê bi çekên kîmyewî hatiye karkirin nîrxandin û diyar kirin ku ji milekî de ji bo cejnê ajîtasyon tên kirin û li milê din hewldanên şer û mirine tu eleqeya wan bi feresata îslamê tuneye.

‘Şerê didomînin ji olê îslamê dûre’

Serokê Komeleya Alîmên Olî û Piştgiriyê (DÎAYDER) Celalettîn Yoyler, destnîşan kir ku ji ber hin kesan xwestiye olê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, hikûmet jî olê îslamê li ser ve axê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Yoyler, diyar kir ku di Îslamiyetê de hiquqa şer heyê pêk anîn Tirkiye yên li Geliyê Tiyarê li dijî 36 endamên HPG’ê bi tu olan de cihê we tuneye. Yoyler, destnîşan kir ku xapandina gelê kurd û gelê tirk bi şexên xwedî cupê û tespî pêk tînin û wiha axivî: „Divê hemû kes bizanin, kesên mirovan bi çekên kîmyewî dişewitînin, barbar û dijminê Îslamiyetê ne.“ Yoyler, anî ziman ku meleyên tirkan meleyên bi meaş û kadro ne û rojekê ev kes derneketin nav civake. Yoyler, da zanîn ku tiştên oldarên tirk dikin gunehe û wiha got: „Bila mirov neyên kuştin, bila zarokên kurd û zarokên tirkan neyên kuştin.“ Yoyler, bilêv bi pişt van xoceyan nimêj jî naye qabûl kirin û got xoceyên ji bo kesên gotin „terorîst“ zarokên wane. Yoyler, diyar kir ku divê her tîm xocê ji bo aşitiyê bi axivin û kesên van gotinan ne bejin ew ne Misliman nin.

‘An îslamê nizane an bi zanebûn wisa dike’
Yoyler, destnîşan kir ku Îslamiyet olê alîgirê bindestan e û li dijî sordest û serdestan têdikoşe û wiha berdewam kir: „Fethullah Gulen ol ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. herî dawî fetvaya tunekirina kurdan da. Bi vê yekê rûyê cemaatê yê rastî derxist holê. Fethullah Gulen xwe wek alîmê îslamê dide naskirin, lê ne wisa ye. Gulen wek Hîtler qîr dike û dibejê van bikujin, ji holê rakin, wek Cengîzhanê nîjadperest bangawazî dike. Kesên heta niha baweriya xwe bi wî re tînin bila bizanin ev tiştekî eybê, Bila ji Fethullah re ne bejin Misliman an jî alîm. Kesê bi gotinên xwe mirovan perçê perçê dike na be alîm. Gulen ne alîmê bê îmanê.“
‘Tevgera kurd rewa û rast e’
Endamê Komîsyona Îstîşarê ya DÎAYDER’ê Kerem Soylu jî, bûyerên demen dawî nirxand û Kuran-i Kerîm referans nîşand da. Soylu, diyar kir ku tekoşîna kurda ya bi salan din dide rewa ye Kurana Kerîm pirtûkek hiquqî ye û wiha got: „Lê îro pirtûka îslamê nasnakin. Cemaata Fethullah Gulen û Serokatiya Karê Diyanetê di Îslamiyetê de rolek çepandinê pêk tînin û li gorî feresata senteza Tirk îslamê xebat dimeşînin. Olê îslamê olêk hiquqey e.

Soylu, anî ziman ku dewlet daxwazên kurdan yên aşitiyê ret dike û li gorî ve jî tekoşîna kurdan mafdare, li gorî hiquqa îslamê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: „Di ayetan de tê gotin ger 2 kes li hev bidin divê hûn bikevin navberê, aşitiyê pêk bînin. Ger milek razî ne be divê hûn bi milê din re bibin yek.“

DÎHA/STENBOL